• DOLAR 32.507
  • EURO 34.78
  • ALTIN 2490.058
  • ...
SON DAKİKA
Li Edenê operasyona El-Nusrayê: 11 binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya ku Midûrtiya Ewlehiya Edenê hat dayîn Li Edenê di encama operasyonên ku li endamên El-Nusrayê hat lidarxistin de 11 kes hatine binçavkirin.

Di daxuyaniya ku di derbarê mijarê de hat dayîn de wiha hat diyarkirin: “Ev operasyon li ser îxbara ku wexfekê û endamên Nusrayê bi endamên rêxistinê yên li Tirkiyê û yên derve re di têkiliyê de ne. Hêman dişînin Sûrî. Li ser navê Nusrayê alîkarî berhevdikin. Dersên rêxistinê, sohbet, civîn, bername diderbarê vê yekê de lidar dixin.”

Dabaş di malên wexf û gumanbaran de lêgerîn hatiye kirin. Di encama lêgerînê de hacetên dîjîtal, dokumanên rêxistinê û tifingên nêçîrê hatine bidestxistin.

Di bergeha Cepheya Nusrayê de 11 kes hatin binçavkirin û miemeleyên van qediyan. Piştî ku kontrolkirina gumanbaran hat kirin wan sewqê Dadgeha Edenê kirin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir