• DOLAR 32.602
  • EURO 34.803
  • ALTIN 2499.882
  • ...
"Divê ku em bi şiklekî hevpar li dijî teşebûsa perçekirina alema Îslamê bibin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîr Davutoglu di Lûtkeya 13 emîn a Saziya Yekitiya Îslamê de wiha destnîşan kir: “Divê ku em bi şiklekî hevpar li dijî teşebûsa perçekirina alema Îslamê bibin û sînûrên dewletên Îslamê û yên endamê wê biparêzin.”

Davutoglu di destpêka axavtina xwe de wiha diyarkir: “Ez hêvîdar im ku alema Îslmê ji nû ve hişyar bibe, di alema Îslamê de aşitî û edalet tesis bibe û her wiha di dinyayê de bi şiklekî baş ji Mislimanan re qala Îslamiyetê bikin.” Dûvre Davutoglu axavtina xwe wiha domand:

“Alema Îslamê ya ku di navenda erdnîgara qeyran û bohranê de ye bi xeteran re rû bi rû maye. Wek nûnerên şaristana Îslamiyetê em vê yekê dibêjin: “Alema Îslamê û şaristana Îslamê ji bo ku peyama aşitî û edaletê ragihîne îro li Stenbolê tê cemhev. Lê ji aliyekê ve divê ku em mihesebeyekê gelek zexm bikin.”

Davutoglu bal kişand ku alema Îslamê bi teşebûsa perçebûnê re rû bi rû maye. Dûvre Davutoglu wiha pê de çû: “Divê ku wek alema Îslamê em li dijî sînûrên ku ji nû ve tên xîzkirin bibin û em bi hev re bitûniya sînûran biparêzin. Em mejbûr in ku vê yekê pêk bînin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir