• DOLAR 32.552
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2435.614
  • ...
Serokkomar Erdogan di 'Lûtkeya Îslamê' de axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lûtkeya Îslamê ya 13 emîn a Saziya Yekitiya Îslamê îsal di mazûvantiya Tirkiyê de pêk hat. Lûtke li Stenbolê di Navenda Kongreya Stenbol de hat pêk hat.

 “Divê ku em fitneya mezhebperestiyê ya ku pirsgirêka herî girîng çareser bikin”

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di destpêka lûtkeyê de axivî. Erdogan qala mezhebperestî û nîjadperestiyê kir. Dûvre Erdogan axavtina xwe wiha domand: “Divê ku em fitneya mezhebperestî û nîjadperestiya ku pirsgirêka herî girîng çareser bikin. Wek ku ez her tim dibêjim. Dînê min sinîtî an jî Şîatî nînin. Dînê min Îslam e. Ez jî wekê milyarek û 700 milyon birayên xwe bes Misliman im. Cudahiyên din piştî baweriya min tên.”

Erdogan wiha pê de çû: “Kesên ku li ser navê Îslamê êrîşê mezluman dike, wan dikuje, malê wan talan dike bi tu wechê nabe nûnerê Îslamê. Lewra dînê me dînê aşitiyê ye.”

Erdogan diyar kir ku Msliman ji vê lûtkeyê hêvîdar in. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lewra ji her terefê dinyayê qêrîn û nalîna belengazan bilind dibe. Wêneyê kejeran ên ku dilê mirov perçe perçe dike tên. Mixabin ev dîmen gelemperî yên mislimanan e. Alema Îslamê niha berê xwe daye Stenbolê û hêvîdar e ku xeber û agahiyekê xweş ji vê lûtkeyê derkeve.”

 “Divê ku em di şûna îxtîlaf û dijmintiyê de mihebetê xort bikin”

Erdogan wiha pê de çû: “Wek misliman çiqas dewletên Îslamê bi hev re şer bikin dê ew qas mezlûm û belengazên ku ji mê hêvîdar in dûçarê pirsgirêkan bibin. Divê ku em vê mesûliyetê hilînin ser milên xwe. Ji ber vê yek divê ku em dabeşker nebin. Berevajî em yekitiyê saz bikin. Divê ku em di şûna îxtîlaf û dijmintiyê de mihebetê xort bikin. Lewra bes misliman ji vê pevçûn û dijmintiyê zirarê dibîne. Bes dewletên Mislimanan in.”

Serokomar Erdogan di axaftina xwe ya der barê êrîş û çalakiyên terorê da wiha axivî: "Di Civîna Ewlehiya Nukleer de gotarvan û beşdarvan qala çalakiyên terorê yên li Parîs û Brukselê dikin. Lê qala êrîşên terorê yên li Enqere, Stenbol û Lahorê nakin. Di êrîşên terorê yên li Enqere, Stenbol û Lahorê de bi sedan kes mirin. Di êrîşên li Bruksel û Parîsê de di yekê de 9-10 kes û di yeka din de jî 30 kes mirin. Ferq nake, lewra kesek jî bimire ev mirina hemû mirovahiyê ye. Lê dema ku hûn qal dikin çima behsa Enqere, Stenbol û Lahorê nakin? Di vir de jî em ji ber durûtiyê aciz dibin. Divê li dijî hemû rêxistinên terorê bi biryarî têkoşîn were dayîn."

 “Ew jo bo niftên wir midaxale dikin”

Erdogan wiha pê de çû: “Çima wek misliman em di derbarê îxtîlaf û çalakiyên terorê de alîkarî ji yên din dixwazin? Divê ku vê yekê em bixwe çareser bikin. Divê ku em bixwe midaxaleya vê yekê bikin. Em midaxale nakin. Ew diçin midaxale dikin. Ew jo bo niftên wir midaxale dikin.”

Erdogan qala mijara Filîstînê jî kir. Erdogan destnîşan kir ji bo ku li herêmê aşitî were saz kirin divê ku bi Filîstînê re Qudsa Rojhilatê jî bi serê xwe bibe û Filîstîna serbixwe were avakirin.

Bang li Konseya Ewlehiya Koma Miletan hat kirin

Erdogan destnîşan kir ku di Konseya Ewlehiya Koma Miletan de bes nûnerekê Mislimanan a daîmî tune. Dûvre wiha got: “Wek mînak ji nifûsa dinyayê ya ku di 4an de yekê wê misliman pêk tînin. Gelo di Konseya Ewlehiya Koma Miletan de nûnerekê Mislimanan a daîmî heye? Tune. Wateya nûnerbûna derbasî heye? Tune. Heke ji 5 endaman yekê wî bi şiklekî neyînî reftar bike îş qediya. Ez dibêjim dinya ji 5ê mezintir e. Êdî cîhan di derfetên Herba Cîhanê ya 1 emîn nînin. Şert û mercên dinê guherîne. Nexwe divê ku Koma Miletan were reforme kirin. (ÎLKHA)


 







Bu haberler de ilginizi çekebilir