• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Mêrdîn û Şernexê 13 PKKyî hatin kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serfermandarî, li ser malpera înternetê de di bin serenava ‘Bûyerên Hundirê Welat ên Girîng’ de di derbarê operasyonên doh de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin di operasyonên ku li Şernex û Mêrdînê hatine lidarxistin de 13 PKKyî hatine kuştin.

Gor daxuyaniyê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji doh pê vê 6 PKKyî hatine kuştin. Bi vê 6 kesê re li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jimara PKKyiyên ku hatine kuştin bû 220. Li navçeyê heta niha 498 teqemenî hatine teqandin. Ji doh pê ve 16 teqemenî hatine teqandin.

Di opeerasyonên Şernexê de bi 7 PKKyiyên ku doh hatine kuştin re jimara PKKyiyên ku hatine kuştin bû 190.

Her wiha hat ragihandin ku li navenda bajêr 27 carcûr û 808 berik, roketek û berika wê, tifingekê Dragunov a nêçîrê, dabancek, 9 narincok, 155 berikên Bîksiyê, 6 maskeyên gazê û gelek melzemeyên tibê hatine bidestxistin. Her wiha li Şernexê heta niha 550 teqemenî hatiye îmhakirin. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir