• DOLAR 32.601
  • EURO 34.8
  • ALTIN 2507.321
  • ...
Kilîs 3 roje bi berikên roketê diheje
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji aliyê Sûrî ve 3 berikên roketê ket bajarê Kilîsê. Hat ragihandin ji 3 berikên ku ketiye ser Rêya Oncupinarê yekê wî neteqiyaye.

Gor agahiyên hatine bidestxistin di saet 09.10an de ji aliyê Sûrî ve 3 berikên roketê ket Taxa Boluka Kilîsê. Ji ber ku berik ketin qada vala mirin an jî birîndarê çênebû. Gelek ambulans û polêsan sewqê ciyê bûyerê kirin. Ev teqîna mezin a li navenda bajarê bû sedema diltirsiya gel.

Bi van 3 berikên roketê yên ku îro ket bajarê Kilîsê re div an 3 rojên dawî de bû 8 berikên roketê ku ketiye bajarê. Di encama teqîna doh û pêr 20 kes birîndar bûn.

Ji 8 kesên ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê de tedewî dibûn 2 yê wê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku 2 kesên ku jiyana xwe ji dest dane Mehmet Emîn Onarici (42) û Mehmet Hanîfî Saglam (48) in.

Her wiha hat ragihandin berika ku ji aliyê Sûrî ve ketiyê Kilîsê îsabetê leşkerekê kiriye. Ji ber leşker birîndar bû wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

Wezîrê Serkenê Giştî Hulusî Akar û Birîkarê MÎTê Hakan Fîdan çûne Kilîsê. Hat ragihandin ku dê Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz jî biçe wir. (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir