• DOLAR 32.55
  • EURO 34.882
  • ALTIN 2425.916
  • ...
 "Em ji her wextê zidetir mihtacê wehdet û biratiyê ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz û lijneya pê re Egîtîm-Bîr-Senê ya Şaxa Kalikê ziyaret kirin. Serokê Şaxa Kalikê ya Egîtîm-Bîr-Senê Mustafa Işik, Yavuz û lijneya pê re pêşewazkir.

Yavuz di derbarê Pirsgirêk Kurdan, çareseriya di bingeha edalet û wekhevî de, derûniya civakî û dexenerebûna exlaqê de daxuyaniyên girîng da. Her wiha Yavuz bal kişand ku Pirsgirêka Kurdan bûye pirsgirêka herî mezin.

“Îadeya nasname, ziman û mafên çandî ji pêvajoya pevçûnî re kirin qurban”

Yavuz destnîşan kir ku îadeya nasname, ziman û mafên çandî ji pêvajoya pevçûnî re kirine qurban. Dê ev yek jî di demekê dirêj de derî ji bohran û şerên mezin re veke. Her wiha Yavuz diyar kir pirsgirêkên hindir a pergala ku nehatiye çareserkirin ji midaxaleya dewletên emperyalîst re qad vedike. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Hêzên kureyî yên ku sedema vê pirsgirêkê ne qad û deriyên vekirî wek kês ji xwe re dihesibînin û vê yekê jî bi gavên stratejîk wek polîtîqaya bê îstîqrarê didomînin. Divê ku mirov bibîne ku feydeya vê yekê ne ji dewlet, ne rêxistin ne jî ji hel re heye. Mirov dikare vê yekê bi dînamîkên hindir re bi şiklekî mayînde çareser bike.”

 “Pêwîst e ku wehdet û biratî li ser ramanên partî û koman bên girtin”

Yavuz belav kir gelek sûc û gunehên ku bûye sedema helaka qewmên berê îro di holê de tênkirin û di serî de bikaranîna tiryakê rêjeyên sûcan gelek zêde bûne. Di derbarê tedbîrên vê yekê de îktîdar, mixalefet, STK, cemaet û cemiyet kêm dimînin.

Dûvre Yavuz axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku ev acîl û lezgîn e divê ku ji teref her kesî ve li ser were sekinîn. Di derbarê vê yekê de Bedîuzeman wiha minak dide; ‘Li hember malekê heye û dişewite. Di navê de ewladê me heye. Em diçin ku xelas bikin linge me li keviran dikeve. Girîngiya vê yekê tune.’ Em div ê qonaxê de ne. Em ji her wextê zidetir mihtacê wehdet û biratiyê ne.”

Yavuz diyar kir berteka ku ji bernameya LGBTÎyê re hat dayîn rewşekê erênî bû. Divê ku ev yek ji teref kesên Îslamî ve were dîtin.

 “Divê ji bo pirsgirêkên di nabeyna Mislimanan de çek wek çareserî neyê dîtin”

Yavuz diyar kir ku wek HUDA PAR di polîtîktên derve de bi taybet li ser du mijaran disekinin. Dûvre Yavuz wiha pê de çû: “Yek ew e ku ji bo pirsgirêkên di nabeyna Mislimanan de çekê wek çareser naabîne. Ya duyem jî ew e ku pirsgirêkan hewalê hêzên kureyî nekin û di nabeyna xwe de çareser bikin. Di mijara Sûrî de me di serî de jî dê vê bergehê de hereket kir. Heke direng jî bibe em hevdîtinên di nabeyna Îran-Tirkiyê de erênî dibînin.” (ÎLKHA)


 











Bu haberler de ilginizi çekebilir