• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji HUDA PARê ji bo fealiyetên LGBTÎ yên Egîtîm-Senê re berteka tûndî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatiya Karûbarên Perwerdehiyê ya HUDA PARê ji ber ku Egîtîm-Sena girêdayê KESKê fealiyetên LGBTÎyê pêk tîne bi daxuyaniya çapemeniyê ya ku weşand re berteka tund nîşan da. Serokatî bang li gel kir ku wek bertek bibêjin ‘em mamosteyên rêşaş di dibistanan de naxwezin’.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ji ber ku Egîtîm-Sen ji xwendekaran re rêşaşiya ji aliyê hevzayendeyê dide hewasandin dê êdî ew wek partî Egîtîm-Senê wek xeterê bihesibînin. Her wiha di daxuyaniyê de hat belavkirin pêwîst e ku Misliman ji vê koma har re bê bertek nemînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di saziyên perwerdehiyê de wek zanîn zarokan di derbarê bê exlaqî û rêşaşiya ji aliyê hevzayendiyê ve dejenere dikin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Ji bo ku harî û rêşaşiya ji aliyê hevzayendiyê ve di dibistanan de were belavkirin Egîtîm-Sen bi şiklekî aktîf dixebite. Em dibînîn ku Egîtîm-Sen a KESKê di hinekê şaxên xwe de bi şiklekî hevpar bi LGBTÎyê re dixebite. Egîtîm-Sen biryar daye ku di şaxên xwe de lijneyên ku ji LGBTÎyê pêk tê saz bike û zêdetir di derebarê vê warê de bixebite. Di derbarê vê biryarê de jî karê Egîtîm-Senê ya herî ewil ew e ku afîşên gay û lezbiyenan di dibistan û kargehan de daleqandiye. Em pê bawer in ku dê Egîtîm-Sen bi vê biryarê re berê xwendekaran bide vê fiîla mel’ûn û rezîl. Diyar e ku di saziyên Hevotin û Hînkirinê de di şûna exlaq û fezîletê de berê zarokên me bidin rêşaşiya ji aliyê hevzayendî û rezalete.”

 “Dê ji vir pê ve mamosteyên ku endamê Egîtîm-Senê ne, wek xeter werin hesibandin”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê ji vir pê ve mamosteyên ku endamê Egîtîm-Senê ne wek xeter werin hesibandin. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Edî dê di nezdê gelê me yê ku dixwaze nifşekê pak û bi exlaq mezin bike de mamosteyên ku endamê Egîtîm-Senê ne wek xeter werin hesibandin. Em diyar dikin divê kesên ku ji Misliman û mirovatiyê re di derbarê vê yekê de herb dikin û fen û fûtên zişt pêk tînin dev ji vê yekê berdin. Dê têka wan kesên ku dijî gelê Mislimanan herb dikin biçe.”

 “Divê ku Misliman ji vê koma har re bê deng û bê bertek nemînin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê her însanê xweşexlaq û bi rûmet ya ku endamê Egîtîm-Senê ye dev ji wê sendîkayê berde. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Divê destûr neyê dayîn ku di dibistanên ku bi bac, mehane û malên gel tê sazkirin de ev rêşaşiya ji aliyê hevzayendî wek terbiye bidin zarokên me. Misliman dizanin ku di Qewmê Lût de bes kesên şaş û fehş nehatine helakkirin. Însanên bi wan re jî helak bûne. Ji ber vê yekê Misliman dê ji vê yekê re bê deng û bê bertek nemînin. Beriya her tiştê em bang li Egîtîm-Senê dikin ku bila dev ji vê şaşitî û xirabiyê berde. Heke ev sendîqa ji vê fiêla xwe yê çewt venegere divê her însanê xweşexlaq û bi rûmet ya ku endamê Egîtîm-Senê ye dev ji wê sendîkayê berde.”

 “Em mamosteyên rêşaş û fehş di dibistanan de naxwazin”

Di domahiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bo ku Misliman xwedî li zarokên xwe derkevin divê ku ji vê yekê re bertek nîşan bidin. Dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat: “Ji xeynê van kesan di serî de Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî em bang li hemî saziyên perwerdehî, rêvebirên sendîqayan dikin ku ji vê rewşê re berteka tund nîşan bidin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir