• DOLAR 32.403
  • EURO 35.37
  • ALTIN 2325.517
  • ...
Li Cizîrê dê 13 mizgeft werin xirabkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin ji ber ku 13 mizgeft di dema qedexe û pevçûnên Cizîra Şernexê de zirarê dîtine û êdî nayên bikaranîn dê werin xirabkirin.

Di qedexeya derketina derve ya Cizîra Şernexê ya ku 78 roj domî de bes dikan û mal zirarê nedîtin. Gelek mizgeft jî zirarê dîtine.

Hat ragihandin ku 52 mizgeft ji şerên navçeya Cizîra Şernexê zirarê dîtine. Gor rapora ku ji teref tîma Seroktiya Karûbarên Diyanetê ve hatibû wezîfedarkirin hat tespîtkirin ku ji van mizgeftan 13ê wê dê werin xirabkirin. Her wiha biryar hat dayîn ku 38 mizgeft û qursên Qur’anê jî dê ji nû ve werin sazkirin.

Hat ragihandin ev mizgeftên ku ji nû ve tên sazkirin dê di 40 rojan de werin qedandin. Di derbarê sazkirina 13 mizgeftên ku dê werin xirabkirin de dê Wezîrtiya Hawîrdor û Bajarvaniyê biryar bide. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir