• DOLAR 32.525
  • EURO 35.041
  • ALTIN 2437.831
  • ...
Qedexeya duyem a li Silopiyê mexdûriyetiyan zêdetir kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku li navçeya Silopiya Şernexê ji 5ê Nîsanê pê ve qedexeya duyem hat îlankirin mexdûriyeta gel zêdetir bû. Ji ber vê yekê gel ji dewlet û PKKê re bertek nîşan da. Gel hêj mexdûriyetên xwe yên qedexeya ewil çareser nekiribû ku qedexeya duyem hat îlankirin.

Li navçeya Silopiya Şernexê ji 14ê 2015an pê ve qedexe dest pê kiribû û ev qedexe 36 roj domîbû. Piştî ku qedexe hat rakirin dawî li operasyonan hatibû. Ji ber vê yekê gelê navçeyê bi hêviyên nû vegeriyabûn malên xwe.

Di 4ê Nîsanê de ji teref PKKyiyan ve êrîş li polêsan hatibû kirin û di encama vê êrîşê de polêsek jiyana xwe ji dest dabû û 4 polês jî birîndar bûbûn. Ji bo ku li PKKyiyan operasyon dubare were lidarxistin di 4ê Nîsanê de ji teref qeymeqamtiya navçeyê ve dîsa ji saet 04.30an pê ve qedexe hat îlankirin.

Ji ber ku ev qedexe mexdûriyeta gel zêde kir gel him ji dewlet him jî ji PKKê re bertek nîşan da. Gel destnîşan kir ku hêj birînên xwe yên qedexeya ewil nepêçane qedexeya duyem dest pê kir. Ji ber vê yekê ew wek niştecî gelek mexdûr bûne.

Roja ewil ya qedexeyê ji ber operasyonan taxên Karşiyaka û Barbarosê ji teref polês û leşkeran ve hatin valakirin. Lê gelê ku malên xwe terk kir mexdûr bû. Hinek niştecî çûn cem xizmên xwe. Hinek ji wan jî di Salona Werzişa Girtî ya Silopiyê de wek mexdûr man. Her wiha tê ragihandin ku ji ber bûyeran ji Şernex, Cizîr, Hezex û Nisêbînê nêzê 20 hezar kes hatine Silopiyê û li navçeyê sitirîne.

Li navçeyê têketin û derketin qedexe ye. Esnaf nikare dikanên xwe veke. Doh jî dikanên seyar yên ku ji teref qeymeqamtiyê ve destûr hat dayîn di bin ewlehiya polês û cendirmeyan de  dikandaran firotin kirin. Lê ji ber ku ev destûr bes ji bo doh bû niyazmendiya gel bi şiklekî baş nehat têrkirin.

Li navçeyê siwîl dibin hedefa pevçûnan. Di taxên ku operasyon didomin de ji teref PKKyiyan ve mal hatine şewitandin û ji malbatekê 4 kes jiyana xwe ji dest dane. Di derbarê vê mijarê de hêj ji teref rêvebiran ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.

Her wiha mamosteyên navçeyê diyar kirin ji ber ku qedexe ji nîşka ve dest pê kiriye ew mexdûr bûne. Mamosteyan destnîşan kirin ji ber li herêm şer û qedexe heye xwendekerên navçeyê bi şiklekî neyînî bandordar bûne.

Wek ku tê zanîn ji ber li herêmê qedexe û pevçûn heye esnaf nikare dikanên xwe veke. Ev yek jî dibe sedema xirabiya aboriya gel. Di derbarê vê yekê de esnaf gelek mexdûr bûne û rewşa wan ber îflasbûnê ve diçe. (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir