Di hedefa mîsyoneran de îcar Taxa Kaynartepê heye
Her weke ku tê zanîn li Taxa Kaynartepeya navçeya Baglara Diyarbekirê qedexeya derketine derve berî niha hatibû îlankirin û di dema qedexê de gelek pevçûnên tund û dijwar pêk hatibûn ku di van pevçûnan de gelek mal tahrîb bûbûn û zirar dîtibûn.
Li taxê hat dîtin kesên misyoner li taxa ku wêran bûye xanîyên bi kirê digerin ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.Xelkê navçê dema ku dibînin kesên ku xanîyên bi kirê digerin kesên Koreyî ne ji wan re bertek nîşan didin.
Yavuz Tekînê ku ji nîştecihên Taxa Kaynartepeyê ye di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anî zimanû ji rewşê re wiha bertek nîşan da: “Hûn ji kû derê hatine vê derê, em naxwazin we li vê derê bibînin.Hûn hatin vê derê ev der tevlî hev bûn.Ev der welatê Mislimanan e, em we naxwazin.Em malên bi kirê jî nadin we.”
Tekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir wan ew kesên misyoner piştî pevçûnan li van deran dîtine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji dema ku pevçûn rûdane pê ve misyoner li van deran digerin. Weke ku şekir difiroşin încîl belav dikin.Wê jî dît xelk bertek nîşanî wan didin.Ez Misliman im û ji ber Mislimanbûyîna xwe ez ê bertekê nîşanî wan bidim.Weke min gelek însanên hesas hene. Em mîsyoneran naxwazin.Em teleb dikin da ku li dijî fealîyetên van mîsyoneran tedbîr bên standin. Em naxwazin li van deran şer çêbibin û însan bimirin û em naxwazin ajansên biyanî werin van deran.”
Ji dikandarên taxê Osman Akkoyun jî di derbarê mijarê de diyar kir kesên misyoner xwestinê ku xaniyê wî bi kirê bikin û ew misyonerên ku jê vê yekê teleb kirine xwe wek xwendevan dane naskirin.Akkoyun dûvre wiha pê de çû: “Ez Misliman im û li dijî fealîyetên mîsyonertiyê me.Kitêba me besî me ye. Îxtîyaca me bi kitêbeke din tune ye. Ev kes tên vê derê û armanc dikin da ku me ji dînê me vegerînin. Em milletekî Misliman in û qetîyen em van mîsyoneran naxwazin.Min ji wan pirs kir ka ji bona çi hatine vê derê , ew jî ji min re gotin ku em xwendevan in.Madem ku hûn xwendevan in çima încîlan belav dikin.Kesên ku dînê me hînî me dikin kesên ku îman bi Îslamê anîne. Kesên ku îman neanîne nikarin dînê me hînî me bikin.”
Akkoyun di dawiya axavtina xwe de diyar kir piştî ku pevçûn û qedexe dest pê kirin re ev misyoner li taxê hatine dîtin.(ÎLKHA)