• DOLAR 32.506
  • EURO 34.637
  • ALTIN 2479.79
  • ...
"Bes kîpbûna derdora Resûlullah dê me xilas bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Îkra-Dera Kehremanmereşê ya endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bernameya Wîladeta Pîroz li dar xist. Hat dîtin ku gelek kes beşdarê bernamê bûne.

Axavtina vdestpêkê ji teref Berdevkê Lijneya Îkra-Derê Nusrettîn Udurgucu ve hat kirin. Udurgucu diyar kir armanc ew e ku însanan di derdora Qur’an û sinetê de bicivînin.

Di bernamê de Îlahiyatnas û Nivîskar Salîh Demîr axivî. Demîr ji dewra Seadetê mînak da û destnîşan kir divê ku Misliman her tim Resulullah ji xwe re bikin mînak.

 “Bes kîpbûna derdora Resûlullah dê me xilas bike”

Demîr wiha axivî: “Wek Misliman divê ku em Resulullah di rojeva xwe de bigirin. Divê ku em bi Wî re bijîn. Bi Wî re coş bibin ku Ummet nefes hilîne. Di dewrekê wiha ku Misliman di nav tefrîqe, mezhebperestî û meşrebperestî de ne bes kîpbûna derdora Resûlullah dê me xilas bike.”

Demîr bal kişand ku Ummet rojên dijwar derbas dike. Dûvre Demîr axavtina xwe wiha domand: “Hz Muhemmed (sxl) ji me re mînaka herî baş e. Gelo em dixwazin ku bibin bav û hevserekê baş? An jî em dixwazin ku bibin cîran û tacirekî baş? Em dixwazin ku bibin rêvebirekî adil û wêrek? Resulullah ji bo vê yekê mînaka herî baş e. Heke em jiyana Resulullah tetbîqê jiyana xwe bikin wellahî dê em xilas bibin.”

Demîr bal kişand ku alema Îslamê ji pêvajoyekê dijwar derbas dibe. Demîr dûvre di domahiya axavtina xwe de wiha diyar kir: “Wek misliman em di wextekê gelek zor de ne. Em di dewrekê wisa de ne ku her tim hêstirê mislimanan diherike û misliman tên qetilkirin. Ummet dê kengî guh bide vê peyama ku ji teref Xwedê Teala ve hatiye şandin? Rastî guh didine lê pirsgirêk ew e ku em tetbîqê jiyana xwe nakin. ‘Ey Ummeta Muhemmed! Xwe li kindir û tenafa Xwedê Teala bigirin! Tenafa Xwedê Teala naqete.’ Kesên ku xwe lê bigire xilas dibe û vedijî. Him di vê dinyayê de him jî di axîretê de. Xwedê Teala di Qur’ana Pîroz de hişyarî dide me. Nebî! Jê veneqetin, perçe nebin.” (ÎLKHA)


 

















Bu haberler de ilginizi çekebilir