Li Hindîstanê teqîn: 100 mirî
Li wîlayeta Keralaya Hindîstanê di mîhrîcanekê de agirbazî teqiyan. Herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li wîlayeta Keralaya Hindîstanê di mîhrîcana ku li perestgehê hat lidarxistin de ji ber ku agir bi depoya agirbaziyê ket teqîn pêk hat. Di encama teqînê de herî kêm 100 jiyana xwe ji dest dan. Ji 200 kesan zêde jî jiyana xwe ji dest dan.
Ji Wezîrtiya Karûbarên Derve daxuyanî
Di derbarê mijarê de Wezîrtiya Karûbarên Derve daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: “Li wîlayeta Keralaya Hindîstanê de Perestgeha Puttîngalê de di depoya agirbaziyê ji ber ku şewat derket ji 100an zêde kes jiyana xwe ji dest dan û herî kên 200 jî birîndar bûn. Ji ber vê yekê em pirr xemgîn in. Bila serê welatî û hikûmeta Hindîstanê xweş bibe.” (ÎLKHA)