Di operasyona PKKê de 7 kes hatin tewqîfkirin
Li navçeya Qosera Mêrdînê ji 15 kesên ku di operasyonên ku li dijî PKKê hatibûn kirin de hatibin binçavkirin 7 kes hatin tewqîfkirin.
Li gor agahiyan ji ber îxbarên ku hatibûn kirin li navçê li dijî PKKê operasyon hatibûn kirin û di operasyonan de kesên bi navê C.C, M.D, Î.O, D.T, F.T, A.Y, K.A, N.E, R.E, M.Y, O.G, M.G, H.G, S.K û Î.G hatibûn binçavkirin ku ji van kesên bi navê C.C, Î.O, D.T û F.T ji ber sûca ‘Ji ber endambûna rêxistina çekdar’ hatin tewqîfkirin û kesên binavê M.D, N.E, A.Y, M.G, O.G, S.K. İ.G û K.A. jî bi şerta kontrola adlî hatin serbestberdan.(ÎLKHA)