• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Li rexekî xwîn û hêstirên çavan li rexê din jî hirehir û kêf"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li Rojhilat hêj operasyon û qedexe hêj berdewam dikin û li pey hevdû hê jî xebera mirinan tên, lê digel vê yekê li Edenê  di bin navê Karnavala Portakal Çîçegî de kêf  û şahiya bi reqs û muzîk tê tertîpkirin ku ev yek jî bû sedema bertekan. Rîspî û temsîlkarên STKyan diyar kirin ‘Li  rexekî xwîn û rondikên çavan li rexê din jî hirehir û kêf’ heye ku ev  yek ji hêla biratî û aştiyê ve nebaş e.

Li Edenê îsal 4emîn a Karnavala Portakal Çîçegî dest pê kir. Kolana Ataturk, Bulwara Ziya Paşa û Kolanên Mîthat Saraçoglu, Şînasî Efendî  ji karanavalê re hatin tesîskirin.Hinek ji van kolanan ji trafîkê re hatin girtin û li hinekan stand hatin vekirin .Di karnavala ku li Edenê hat tertîpkirin de dahol û zirne hatin lêdan, govend hatin girtin û her wiha li cihê ku karnaval lê dihat tertîpkirin hinek dikanên kêfê li ser peyarê stantên alkolê vekirin.

“Em xwe têxin şûna wan kesên ku rojhilatê dijîn û bi vî awayî dîqettir hereket bikin”

Serokê Şubeya Memur-Sena Edenê Mehmet Sezer di derbarê mijarê de diyar kir dema ku li bajarên Rojhilatê pevçûn û şer hebin li bajarên rojava tertîbkirina karnavalên mîna vê xelet e.Em xwe têxin şûna wan kesên ku li Rojhilatê dijîn. Ji ber pevçûn û şeran  bi sed hezaran însan mecbûr man ku malên xwe terk bikin.Êş tên kişandin û her roj xebera şehîd û eskerên birîndar tên.Di ser vî halî de li gor min divê ev bernamê neyê tertîpkirin.”

 “Dema ku însan bên kuştin îcrakirina karnavalê nayê qebûlkirin”

Ji Rîspiyên Edenê Parêzer Xalis Yetkîner jî di derbarê mijarê de diyar kir  bername û karnavalên mîna vê li dijî kevneşopî û bastaniya millî û dînî ne û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “A ewil, di çanda me de festîval û karnaval tune ye.A duyem jî li welatê me ne giran be jî herbek heye. Di rojekê de hema hema xebera 5-10 şehîdan tê. Her roj cenazeya  xort û zarokên me tên rakirin.Dema ku di mala de dengê nalînan, fîxan û feryadan were ji rexê din ve nikare festîval bên kirin û nayê qebûlkirin ku melanetên mîna vê bên îcrakirin.”

Yetkîner di berdewama axavtina xwe de şaredarîyên ku piştgirîyê didin van karnavalan rexne kir û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji sedî 99ê Edeneyiyan festîvalên mîna vê teswîp nakin.”

Arîkarê Serokê ADYARÊ Mahmur Eraslan, Serokê Ulfet-Derê Gazî Kiliçparlar, Serokê Banqaya Zad a Umûd-Derê Abîdîn Serîn,  ji Rîspiyên Edenê Muhyeddîn  Yildirim, Nivîskar Mustafa Okkeş Evren û Serokê Şaxa Edenê yê Cemîyeta Mustezafan jî di derbarê karnavala ku hatiye lidarxistin de diyar kirin ev qas êş û elem di holê de ne û di ser de jî ev karnaval tê kirin ku ev yek jî me xemgîn dike, divê em piştevaniyê bidin hemwelatiyên li rojhilat, li welatê me li rexekî însan dimirin û li rexê din jî festîval tên kirin, em wan karnaval û festîvalên ku civatê xera dikin naxwazin, li rexekî xwîn û rondikên çavan li rexê din jî hirehir û kêf heye.DÎi çanda me de dema ku li derekê cenaze an jî êşek hebe  dawat û tiştên mîna vê tên betalkirin, dema ku li Rojhilat kesên ku êş dikşînin hebin li vê derê tertîpkirina bernameyên mîna vê xelet in.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir