• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Mêrdînê qeza: 1 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber operasyon û qedexeya ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê didome Rêya Îpekê ya dîrokê ji trafîkê re girtiye. Ji ber ku ji bo ragihandinê Rêbeja Mardîn-Midyadê zêdetir tê bikaranîn qezayekê din jî li ser wê rêyê pêk hat.  

Gor agahiyên hatine bidestxistin li ser Rêbeja Mardîn-Midyadê wesayita bi pleqeya 06 APV 47 û TIRa ku pleqeya wê 61 K 2009 e li hev qelibîn.

Piştî ku welatiyan ekîbên tendirustiyê ji qezayê agahdar kirin gelek ambulans hatin ciyê qezayê. Ajovanê ku di wesayîtê de şidiyabû hat derxistin. Ji birîndaran ajovanê wesayîtê di gel hemî midaxaleyan di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

Wekê ku tê zanîn li ser vê rêyê di wan rojên derbasûyê de dîsa TIR û otobûsekê rêwiyan li hev qelibîbûn. Di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest dabû. (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir