• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
 "Divê ku pîrek havînê bala xwe zêdetir bidin hîcabê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şaxa Jinan a Çagri-Dera Kalikê (Kahta) Husna Kalan di derbarê hîcaba pîrekên Misliman de ji ÎLKHAyê re axivî. Kalan destnîşan kir pêwîst e ku pîrek havînê bala xwe zêdetir bidin hîcabê.

Husna Kalan wiha axivî: “Gelê me bi hincet û behaneya hewaya germ û tengazkirî libasên tenik û vekirî lixwe dikin. Pêwîst e ku pîrekên Misliman bala xwe bidin cil û bergên xwe. Ji ber ku havîn nêzik bûye hewa jî germ dibe. Ji ber vê yekê gelê me ji bo ku ji hewaya germ aciz nebin cil û bergên herî tenik û vekirî li xwe dikin. Mixabin ev kes hesaba axîretê nayînin bîra xwe.”

 “Divê em bizanibin ku dê rojekê miheqeq em heseb bidin Xwedê Teala”

Xanim Husna diyar kir ku di demsala zivistanê de ji ber ku hewa sar e pîrek bi ewayekê cil û bergên stûr û dirêj li xwe dikin. Dûvre Kalan axavtina xwe wiha domand: “Pîrekên me yên ku di mehên zivistanê de bala xwe didin libasên xwe bi hatina bihar û hewaya germ re dîsa dest bi wegirtina cil û bergên tenik û vekirî dikin. Mixabin ev rewş her sal didome. Em çi dikin bikin lê em ji bîr ve nekin ku dê em rejekê hesab bidin Xwdê Teala. Em jiyana xwe ya axîretê neavêjin agirê.”

Kalan axavtina xwe wiha domand: “Hz Muhemmed (as) di derbarê vê yekê de wiha diyar dike ‘Roja mehşerê du sinif însan hene. Di gel ku bêhna behiştê ji 500 sal ji dûr ve tê sitandin ew her du sinif wê behnê nastînin. Ev rêvebirên zalim û pîrekên ku cil û bergên tenik û vekirî lixwe dikin.’ Heke pîrekên misliman bala xwe bidin vê hedîsê dê bizanibin gelo hîcab çi qas girîng e.”

 “Em dibin şahidên fihûş û cînayetên ku di tu dewrê rê de nehatiye dîtin”

Kalan destnîşan kir emrê tesetûrê ya ku ji teref Xwedê Teala ve di derbarê hîcabê de hatiye diyarkirin ji bo pîrekan îzet û şeref e. Dûvre Kalan wiha pê de çû: “Însanên ku îro roj xwe wek hevçax dihesibînin di bin navê azadiyê de wekhevî, mafên jinan û wekê gotinên wiha bang li qîzên ciwan û pîrekan dikin. Em dibin şahidên fihûş û cînayetên ku di tu dewrê rê de nehatiye dîtin. Sedema vê yekê ew e ku misliman ji fitreta îslamiyetê dûr dikevin.” (ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir