Ji bernameya LBGTÎyan a ku ew ê li Diyarbekirê bê tertîpkirin re bertek
Ji teref kongreya bi navê Kongreya Demokratîk a Gelan ve ew ê di dawiya vê hefteyê de li Diyarbekirê di derbarê LBGTÎyan de bernameyek bê lidarxistin ku ji vê yekê re bertek hat nîşandan.
Sazîyên Sivîl ên Îslamî yên Diyarbekirê ji wê bernameya LBGTÎyan ya ku ew ê ji teref Kongreya Demokratîk a Gelan ve di bin bunyeya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê de ew ê li roja yekşemê li Kompleksa Sumerparkê bê lidarxistin re bertek hat nîşandan.
Her çi qas li heremê bûyerên dilêş û xemgîn di van mehên dawî de pêk hatibin jî û her çi qas rewş û mexdûrîyeta xelkê Kurd di holê de be jî hat xwestin ku li Diyarbekirê nexasim di warê hevezayendan de bernameyek bê tertîpkirin ku ev yek jî bû sedema bertekan.
STKyên Îslamî ew ê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya ku ew ê bê tertîpkirin re di derbarê mijarê de nirxandinan bikin.
Rayedarên platformê di derbarê vê mijarê de diyar kirin li bajêra sahabîyan tê xwestin ku di derbarê LBGTÎyan de bernameyek bê tertîpkirin ku ev yek ne yê qebûlkirinê ye.
Temsîlkarên STKyên Îslamî yên Diyarbekirê diyarkirin ew ê îro daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn û ew ê di derbarê mijarê de agahiyên berfirehtir bên dayîn.Temsîlkar her wiha diyar kirin ew a niha li benda betalkirina wê bernameyê ne.(ÎLKHA)