Ji Evîndarên Pêxember peyama '3 Mehên Pîroz'
Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta sê mehên pîroz peyameke hat weşandin, di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin ev mehên mibarek ji bona mislimanan him nîmet û him jî firset in.
Di peyama ku hat weşandin de Qendîla Regaîpê hat pîrozkirin û di derbarê girîngîya mijarê de wiha hat ragihandin ‘Di wexteke ku êrîşên bi sistematik li nirxên Îslamî û Pêxemberê me Hz.Muhammed tên kirin de ji bona yekîtî û wehdeta alema Îslamê divê misliman ji dil û can dua bikin.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Em ketine sê mehên pîroz ên ku di nav xwe de şevên mîna Regaîp, Beraat û Qadîrê dihewîne. Careke din jî hemd û sena ji Rebbê me re be ku me gihande van mehan.Ev şev û mehên mibarek ji bona me mislimanan him nîmet û him jî firsetek in.Pêxemberê me van mehan ji bona mislimanan wek firsetekê dinirxand.Ji bona efûya gunehên ummetê ev meh firset in.”
“Wek ummetê îxtiyaca me bi biratî û jiyana weke ya asra saadetê heye”
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin îxtiyaca ummetê bi biratî û jiyana weke ya asra saadetê heye û dûvre wiha dawî li daxuyaniyê hat anîn: “Divê em ji bona wehdet û biratiya mislimanan zêdetir hewl bidin.Her wiha ji bona xelasiya ummeta Îslamê divê em him dua bikin û him jî divê em destekên xwe madî û manewî pêşwaz bikin. Ji bona vê yekê jî sunneta Hz. Muhammed pêwîst e. Ji ber vê yekê divê em van mehên pîroz wek nîmet û firsetê bibînin.Divê em Qur’an û sunnetê di serî de di mala xwe de û di her wiha di her qada jiyana xwe de îhya bikin, divê em heyata pêxemberê xwe bixwînin û pê amel bikin.Pêwîst e ku em zikr û îbadetên xwe zêde bikin û gelekî zêde em tobe bikin.Divê em duayên xwe zêde bikin.Her wiha divê em çûyîn û hatina xwe ya li naskirî û dostên xwe jî zêdetir bikin.”(ÎLKHA)