Li Mizgefta Mezin bernameya Mewlûdê hat tertîpkirin
Ji teref Miftîtiya Diyarbekirê ve ji ber minasebeta Qendîla Regaîb û sê mehên mibarek duh êvarî li Mizgefta Mezin bernameya Mewlûdê hat tertîpkirin.
Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir, piştî xwendina Mewlûda Şerîf dua hatin kirin û zikir hatin kişandin.
Osman Yagmur ê ku Îmam Xatîbê Mizgefta Mezin e di bernamê de di derbarê girîngîya rojê de wiha axivî: “Qendîla Regaîbê ya îsal di nava xwe de du şevên taybet dihewîne.Ev, Qendîlên Mewlûd û Regaîbê ne. Pêxemberê me Hz. Muhammed di derbarê vê mijarê de dibêje ‘ Meha Recebê ya Xweda Teala, meha Şabanê jî ya min û meha Remezanê jî meha ummetê ye.’ Ev her sê meh mehên gelekî taybet û mûhîm in. Dema ku kesek roja ewil , roja 15emîn û roja dawî ya vê mehê bi rojî derbas bike weke ku salekê rojî girtiye tê hesibandin.”(ÎLKHA)