Di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de seferên balafiran dest pê dikin
Ji Diyarbekirê bi ber Hewlêrê ve seferên balafirê dest pê dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de seferên balafirê ew ê dest pê bikin.Di berdewama daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ev qerar bi qerara Lijneya Wezîran hatiye dayîn.
Li gor agahiyên ku ji teref Midûrtiya Giştî yê Rêhewaya Tirk ve hatine wergirtin ew ê balafir rojên duşem, çarşem û şemîyê di seat 23.40an de û di rojên sêşem , pênçşem û yekşemê de jî di seat 00.55an de ji Diyarbekirê rabe û ji Hewlêrê jî ew ê balafir rojên rojên sêşem , pênçşemê jî di seat 05.00 û 06.10an de rabe.(ÎLKHA)