Hejmera PKKyiyên ku li Nisêbînê hatin kuştin bû 192
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di 14ê Adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û ji wê rojê heta îro operasyon berdewam dikin.Di operasyonên ku berdewam dikin de heta niha 192 PKKyî hatin kuştin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hat ragihandin li navçê heta niha 435 teqemenî hatine îmhakirin û 37 wezîfedarên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de her wiha hat ragihandin di operasyonên ku heta niha hatine kirin de tevde 192 PKKyî hatine kuştin.(ÎLKHA)