• DOLAR 32.531
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2435.09
  • ...
Xelkê Cizîrê Qendîla Regaîbê îdrak kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Her weke ku tê zanîn li navçeya Cizîra Şernexê qedexeya derketina derve di wextên êvarî de berdewem dike.Lê her çi qas qedexe hebe jî xelkê Cizîrê Qendîla Regaîbê îdrak kir û di derbarê mijarê de diyar kirin hatine sê mehên pîroz bila bibin wesîleya  hizûr û selametî ye û ji bona vê yekê dua kirin.Bernameya Qendîla Regaîbê li Mizgefta Hz. Nûh a Cizîrê bi tevlîbûna xelkê Cizîrî hat îdrakkirin.

Bername piştî nimêjê bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir û dûvre jî bi xwendina Mewlûda Şerîf berdewam kir.Di bernamê de di derbarê girîngîya rojevê de axavtin hatin kirin û îlahiyên bi Kurdî û Tirkî hatin bilevkirin.

Cizîrî di derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivîn û di derbarê girîngîya rojê de hest û ramanên xwe anîn ziman.

Hemwelatiyê bi navê Mehmet Emîn Turk di derbarê mijarê de diyar kir her çi qas êvaran qedexe hebe jî ew ji Taxa Nûrê ji bona bernamê hatiye vê mizgeftê û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda Teala vê şeva mibarek ji temamê ummeta Îslamê re bixe wesîleya xêrê. Qendîla Regaîbê raxbetkirina doz û rêya Xweda ye.Ez hêvî dikim ew zilmên ku ummet dibîne bi wesîleya vê şeva mibarek ji rastê rabibin.Bi izna Xweda ew ê şevên mîna vê bibin wesîleya rabûna fitne û fesadiyan.Her wiha înşaallah ew ê ev şev bibin wesîle ku ummet bibe xwediyê exlaqeke baş.”

Kesa bi navê Medîne Burak jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “ Xweda Teala ji bona hurmeta vê şevê zehmetiyên di nav me de ji holê rabike û hizûrê bîne temamê dinyayê.”

Pîrekeke bi navê Fatma jî diyar kir Xweda  Teala nesîbê me bike ku em her sal van şevên mibarek bibînin û  ji bona hurmeta vê şeva mibarek me ji van tengasî û zehmetiyên ku em tê de ne xelas bike.

Her wiha ji Cizîriyên ku hatibûn mizgeftê çend kes di derbarê girîngîya Qendîla Regaîbê de hest û ramanên xwe anîn ziman.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir