• DOLAR 32.61
  • EURO 34.769
  • ALTIN 2498.654
  • ...
Li gundê Receban coşa Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koy-Dera ku girêdayê Platforma Evîndarên Pêxember e li gundê Receban a Batmanê bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘ Rêberê Biratî û Wehdetê Hz. Muhammed’ tertîb kir.Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Pîştî tîlaweta Qur’anê endamê ÎTTÎHADê Mela Şêxmûs Emlûk axavtinek kir.Emlûk di axavtina ku kir de diyar kir ev selewat û tekbîrên ku di van bernameyan de tên bilevkirin mohra Hz. Muhammed a li ser van axan e û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bila hemû kes vê yekê zanibe.Ew axên ku li ser wan tekbîr, selewat û azana şerîf tên xwendin axên Muhammedî ne.Îsal bernameyên ku tên tertîpkirin bi mijara ‘Rêberê Biratî û Wehdetê Hz. Muhammed’ tên terîbkirin.Gelo Pêxemberê me ji bona me di warê biratî, yekîtî û wekheviyê de çi kiriye. Bi hatine Hz. Muhammed, Xwedê Teala hezkirin û muhabbetê xistê dilên însanan.Xwedê Teala însanan ji hevdû re kire bira.”

Emlûk di dawiya axavtina ku kir de diyar kir pirsgirêk û pevçûnên li heremê hene encax bi xwedî derketina Hz. Muhammed mimkûne ku xelas bibin û dûvre wiha dawî li axavtina xwe anî: “Li herema me di navbera Kurd û Tirkan de ev bû çendîn sal ku ji ber nîjadperestî şer berdewam dikin, wellahî heger hatine Hz. Muhammed nebe ev pevçûn qet xelas nabin. Bila bê zanîn heger di rêya Hz. Muhammed de nêyê çûyîn ew peymanên ku di nav xwe de kirine xalî ne.Li derdora Pêxemberê me Îranî, Habeşî û Cîzîrî û  qewmên cuda yên mîna van hebûn.Pêxemberê me wan kesan weke ku di Qur’anê de tê gotin ‘ Mûmîn encax biran e’ wan ji hevdû re kire bira.”(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir