"Bila sê meh bibin wesîleya hizûr û aramîyê"
Xelk hêvî kir sê meh bibin wesîleya aşîtî û aramîyê û dûvre wiha diyar kirin `Ev sê meh firsetek e, ji ber vê yekê pêwîst e ku ev her sê meh bi xêr û hasenatan bê borandin."
Sê mehên mubarek û pîroz a ku Hz. Muhammed(Rehm û silavên Xwedê lê bin) di derbarê wan gotibû ‘ Rebbê min! Recep û Şabanê ji me re mûbarek bike û me bigihêjîne Remezanê` duh êvarî bi Qendîla Regaîbê dest pê kir.
Xelkê ku di derbarê sê mehan de ji mîkrofên ÎLKHAyê axivî diyar kir ew hêvî dikin ku ev her sê meh bibin wesîleya hizûr û aşîtiyê.
Xelkê ku axivî her wiha daxwaz kir ew ji ber hatine sê mehan pir kêfxweş in û ew bi kelecenake mezin li benda meha Remezanê ne û dûvre wiha ragihandin: “Em hêvî dikin ku ev her sê meh bila azadî û zaferê ji xelkê Misliman ên ku di bin zilm û îşkecê de ne re werîne.”
Xelkê ku me ji wan re mikrofon dirêj kirin hest û ramanên xwe yê di derbarê sê mehên mibarek û pîroz de bi kelecaneke mezin anîn ziman û pirsên ku me ji wan kir jî wiha bersivandin.(ÎLKHA)