• DOLAR 32.503
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2423.94
  • ...
 "Heta rizayê min tunebe heqê tu kesî tune ku mala min xirab bike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Sûrê Diyarbekirê ya ku hêj qedexeya derketina derve qismen didome ji bo ku gelê navçeyê rewşa malên xwe yê herî dawî bibîne di bin bergeha destûra Walitîya Diyarbekirê de destûr ji bo wan hat dayîn. Nişteciyan destnîşan kiri çi dibe bila bibe ew wek niştecî dixwazin ku di kûçe û kolanên xwe de bijîn.

Nişteciyan diyar kirin ev biryara avadaniyê ya lezgîn a ku ji teref Lijneya Wezîran ve hatiye dayîn heta ku rizayên nişteciyên navçeyê tunebe çewt e ku vê biryarê pêk bînin.

Ji nişteciyan Nezahat Xanimê ku li Sûrê hatiye dinê û li wir mezin bûye diyar kir piştî ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin mecbûr maye ku bi zarokên xwe ve navçeyê terk bike.

Nezahat Xanim anî bibîranîn ku di mala wê ya li Sûrê de keda wê ya 25 salan heye. Dûvre axavtina xwe wiha domand: “Ez naxwazim ku mala min xirab bibe. Ez dixwazim ku wir bijîm. Serpêhatî, xatire û rojboriya min hemî li wê malê ye. Heta rizayê min tunebe heqê tu kesî tune ku mala min xirab bike. Em misade nakin ku malên me xirab bikin.”

Nezahat Xanim diyar kir ku di bin bergeha destûra Walitîya Diyarbekirê de ji wan re misade hatiye kirin ku biçin malên xwe bibînin. Xanim belav kir ew çûye mala xwe wekê wêran dîtiye. Pencere û deriyên mala wê hemî şikestine, xwarinên wan hemî hatine dizîn û êdî mala wan nayê bikar anîn. Dûvre Nezahat Xanim axavtina xwe wiha domand: “Nêzê 5 mehan e ku em li otêlê dijîn. Me yek kevçikekê çayê jî nesitandiye. Di dewrekê wiha de me bi zehmetî mesrefên zarokên xwe yên ku dixwînin têr dikir. Em çawa ji bo mala xwe eşya bistînin.”

Ji jinekê navçeyê jî wiha axivî: “Eşyayên min perçe perçe bûne. Bê wîjdaniyekê wiha tune. Mafên gelê me xwarin. mizgefta me yê Kurşunluyê xistin çi halê. Xwedê Teala heqê me ji wan re nehêle. Kûçe û mal bûne wekê kavil. Di her malê de polêsekî heye. Malên me wek otêl bikar tînin. Eşyayên me wek şikestî avêtine derve.” (ÎLKHA)



 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir