• DOLAR 32.521
  • EURO 34.795
  • ALTIN 2419.836
  • ...
 "Divê em jiyana xwe li gor hesabê ku dê were dayîn bijîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Miftiyê Bajarê Diyarbekirê Burhan Îşlîyen di derbarê ‘3 Mehên Pîroz de daxuyanî da. Îşleyen destnîşan kir ku dê alema Îslamê têkeve şev û rojên bibereket ên ku wekê baranên nîsanê dibarê.

Îşlîyen destnîşankir divê ku misliman di van 3 Mehên Pîroz de pir îstîxfar bikin û misliman jiyana xwe li gor hesabê ku dê were dayîn bijîn.

Îşlîyen di derbarê 3 Mehên Pîroz de wiha dua kir: “Ez hêvîdarim ku dê 3 Mehên Pîroz ji dinya, welat, bajêr, mal, nefs û însanên me re xêr û bereketê bîne.”

Îşlîyen bal kişand ser hedîsa ‘Hûn ji kesên li ser rûyê dinê re bi şiklekî mîhrîbanî miemele bikin ku xwediyê erd û ezmanan Xwedê Teala jî bi şiklekî mîhrîbanî li we miemele bike.’ û dûvre Îşlîyen diyar kir divê ku her kes bimerhemet li cîran, hevkar, rêwî, xizm û biyaniyan miemele bike.

Îşlîyen belav kir pêwîst e ku qedr û qîmeta zemanê bê zanîn. Dûvre wiha pê de çû: “Divê ku em berê xwe bidin Xwedê Teala û berê xwe bidin xwe. Divê ku em ji nû ve berê xwe bidin Xwedê Teala. Dema ku em berê xwe didin Xwedê Teala divê ku em jiyana xwe li gor hesabê ku dê bidin Xwedê Teala bijîn.”

Îşlîyen diyar kir ku şevên Ragaîb, Berat û Mîraçê û Meha Remezanê ji bo mislimanan kês û firsetên gelek mezin in. Ji ber vê yekê divê ku her kes di van roj û şevên mibarek de berê xwe bide Xwedê Teala û îstîxfar bike.

Îşlîyen belav kir divê ku civaka mihebet û merhemetê were sazkirin. Dûvre Îşlîyen Hedîsê Şerîfê ya di derbarê rizayê Xwedê Teala anî bibîranîn: “Xwedê Teala dibêje ‘Gelo kanê kesên ku ji bo rizayê min ji hev hez dikin, kanê kesên bê derjewend, bê ticaret û siyaset ji bo rizayê min ji hev hez dikin? Îro roj tu sî tune. Dê ez wan kesan di bin siya erşa xwe de piparêzim.” (ÎLKHA)



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir