• DOLAR 32.567
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2491.533
  • ...
 "Tayînkirina qeyyumê ya ji bo şaredariyên HDPyî îstîsmara mexdûriyetê zêdetir dike"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê vê di derbarê rojevê de daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bi taybet li ser mijarên tayînkirina qeyyumê ya ji bo şaredariyan, biryara avadaniyê ya lezgîn a ku ji bo Sûr û Silopî hatiye dayîn, pevçûnên di nabeyna Azerbaycan-Ermenîstanê de û terzên bê astên ku di siyasetê de ne hatiye sekinandin.

Di daxuyaniyê de koka dîrokî yên pevçûnên di nabeyna Azerbaycan-Ermenîstanê de hat bibîranîn. Dûvre hat destnîşankirin ku ev pevçûn bi pevçûnên Sûrî û herêmê re têkildar e. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gor hiqûqa navneteweyî Ermenîstana ku Qerebaxa Azerbaycanê îşqal kiriye divê ku demildest vebikêşe.

Di daxuyaniyê de bi taybet qala şaredariyên HDP/DBPyî jî hat kirin. Di derbarê vê yekê de hat diyarkirin ev mijara tayînkirina qeyyumê ya ji bo şaredariyên HDP/DBPyî  dê bibe sedema îstîsmara mexdûriyetê. Ji ber vê yekê darizandina rêvebirên ku wezîfeyên xwe suîstîmal dikin çêtir e.

 “Bê guman meqamên ku hinek rêvebirên şaredariyên HDP/DBPyî bidest xistine ji armancên PKKê re dibin amûr”

Di daxuyaniya ku tê de hat diyarkirin hinek rêvebirên şaredariya HDPyî wezîfên xwe suîstîmal dikin û di şûna mesleheta gel de ji armanc û hişmendiya PKKê re xizmet dikin. Dûvre daxuyanî wiha hat diyarkirin: “Di encama pevçûnên ku PKKê kişand nav bajaran de ewlehiya can û malên gel ji holê rabûye. Di serî de Cizîr, Sûr û Nisêbîn gelek navçe bûne wekê kavil. Ev yek rast e serok û endamên meclîsê yên şaredariyên HDPyî bi raya gel hatin serê kar. Lê xizmetên xwe yên herî girîng ên wekê şaredartiyê jî pêk nayînin. Ji teref her kesî ve tê zanîn ku ew perên pêwîst e ku ji bo xizmeta gel were bikaranîn di rêyekê beredayî û bê wate de tê bikaranîn. Her wiha tê idîakirin ku ev wezîfedar dûçarê rişwet û suîstîmaliyê bûne. Di gel piştgirî û derfetên madî tê zanîn ku di xizmetên şaredarîtiyê de rêvebirên HDP/DBPyî ji hemî şaredariyên Anatolê yên jirêzê jî paş ve mane û bê guman meqamên ku hinek rêvebirên şaredariyên HDP/DBPyî bidest xistine ji armancên PKKê re dibin amûr.”

 “Hikûmeta AK Partiyê heta îro ji nelirêtî û bêmetodiya wan re ji dil û can deng dernexistiye û hewl dide qeyyum dayne şûna wan serokên şaredariyan ku ev yek mequl û hiqûqî nînin.”

Daxuyanî wiha hat domandin: “Hikûmeta AK Partiyê ji ber pevçûnên herêmê yên ku bûye sedema xirabûna derûniyê heta îro ji nelirêtî û bê metodiya wan re ji dil û can deng dernexistiye û hewl dide qeyyum dayne şûna wan serokên şaredariyan. Ev teşebûs bi îsabet û hiqûqî nînin. Ev rêvebirên ku dûçarê bersûciyê bûye, di şûna xizmetê de ji partî û rêxistina xwe re dixebite diyar e ku dê çawa werin darizandin û di derbarê wan de dê tedbîrên çawa bên hilanîn. Her wiha diyar e ku di şûna serokên şaredariyan de dê kî bi kîjan isûlê were bicîkirin.”

 “Divê îdarevanên ku bi raya gel hatine serê kar bi şiklekî nelirê ji karên wan neyên kirin”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin heke tayîna qeyyumê pêk were dê îstîsmara mexdûriyetê zêdetir bibe. Dûvre daxuyanî wiha hat domandin: “Tayîna qeyyumê ya ku dê ji teref hikumetê ve were kirin di şûna edaletê de dê mexdûriyetê zêdetir bike. Ji ber vê yekê divê rêvebir an jî serokên şaredariyê yên kû têkiliya wan bi rişwetê re heye û di şûna karên xwe de ji alîgir an jî rêxistinê re xizmet kirine werin tespîtkirin û li hemberê dadgehê de werin darizandin. Rast an jî çewt divê îdarevanên ku bi raya gel hatine serê kar bi şiklekî nelirê ji karên wan neyên kirin.”

Qerara îstîmlaqkirina bi lez a li Sûr û Silopiyê

Di berdewama nirxandina ku hat kirin de di derbarê qerara îstîmlaqkirina bi lez a li Sûr û Silopiyê de hat ragihandin nexasim ji bona xelk neyê mexdûrkirin pêwîst e temamê tedbîran bên standin û dûvre wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Ew qerara îstîmlaqkirina ku ji bona Sûr û Silopiyê hatiye dayîn û her wiha tê fêmkirin ew ê di van rojên pêşîya mê de ji bona hinek cihên din jî bên dayîn  divê ji bona armanca ji rastê rakirina mexdûrîyetên xelkê be. Rast e ku  ew înşaakirina nû ya ku bi destê dewletê ew ê  bê kirin ew ê şertên fîzîkî yên xelkê ku ji ber çal, barîkat û pevçûnan tax, sikak û mala wan xera bûye  li gora şertên berê  baştir bike û ew ê rihetiyeke di warê civakî de jî nîşan bide.Lê ev, qeybên manewî yên xelkê telafi nake. Pêwîst e ku  karên îstîmlaqkirinê di tespîta xwedîyên heq de bi şikeleke adil, bi insaf û bi lez bên kirin û divê ev karên ku ew ê bên kirin  jî bi dîqet bên kirin.Çawa ku li hiqûqa kesên xwedîyên milk tê riayetkirin divê bi heman awayî li hiqûqê kesên ku di kirê de ne jî bê riayetkirin û divê bi destê TOKIyê  li gor îxtiyacê  avahî bên avakirin.”

 “Ew pevçûnên ku di navbera Azerbaycan û Ermenîstan de dest pê kirin di nava xwe de potansiyela şer dihêwîne”

Di berdewama daxuyaniyê de qala paşaroja pevçûnên ku di navbera Azerbaycan û Ermenîstan de derketibûn hat kirin û mijar wiha hat nirxandin: “ Piştî ku ji Qerebaxê qadên siwîl ên Azerbeycanê bi topan hatin lêdan re di navbera du dewletan de pevçûn dest pê kirin ku ev pevçûn di nava xwe de potansiyela şer dihêwîne.Ew pirsgirêka Qerebaxê ya ku ev bû nêzî qernekî berdewam dike di heqîqetê de pirsgirêka îşxalê ye. Qerebaxa ku heta sala 1988an axên Azerbaycanê bûn bi piştevaniya Rûsyaya Sovyet ji teref Ermenîstanê ve hatine îşxalkirin.Piştî vê dîrokê Ermeniyan di tarîxên cuda de li dijî  Azeriyan qetlîmên dere însanî pêk anîne.Ew Qetlîama Xocaliyê ya ku tê de zêç û zarok, pîr û ciwan tevde 1300 Mislimanên Azerî hatin qetilkirin ji van qetlîman yeke tenê ye.

 “Li gor hiqûqa navneteweyî divê Ermenîstan ji wê Qerebaxa ku îşxal kiriye demildest vebikişe”

Di berdewama daxuyaniyê de nirxandina di derheqê mijarê de wiha hat domandin: “Ev pevçûnên ku pêk tên bi bûyerên li Sûriyê û yên din re têkîldar e û ji wan ne xweser e.Li kû dera dinyayê dibe bila bibe dema ku axên welatên Mislimanan hatin îşxalkirin divê temamê Mislimanan bibin yekwûcud û li dijî van êrîşên neheq  piştevanî û piştgiriya hevdû bikin ku ev yek jî hewcitiya ummetbûyînê ye. li gor hiqûqa navneteweyî divê Ermenîstan ji wê Qerebaxa ku îşxal kiriye demildest vebikişe”

Di berdewama daxuyaniyê de di derbarê  îstîsmara zayendî ya ku di van rojên dawî de bi şikleke taybet cihê di rojevê digirê de wiha nirxandin hat kirin: “Ew xwedîyên zêhniyeta ku hewl didin jirêderketîtiyan muhafeze bikin û hewl didin vê yekê meşrû nîşan bidin  bi têgihiştineke muxalefeta zûwa û terefadar  hewl didin  vê yekê ji xwe re bikin malzemeya sîyasî û ji ser vê yekê her wiha hewl didin tiştan bi dest bixin. Di vê hewldanê de neyartî bi Îslamê tê kirin  û ew weqf, cemaet û sazîyên ku ji bona muhafezekirina nirxên îslamî , exlaqî û însanî  bi dildar dixebitin  hewl tê dayîn da bên bêîtîbarkirin ku ev yek jî nayê qebûlkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Gotina me ji temamê meclîsê re. Serokê partiya muxalefeta sereke  dema ku ji wezîreke pîrek qaşo hisaba fiileke pîs dike  zimaneke xeyrî exlaqî bi kar aniye ku bi vê yekê çepelî û adîtiya xwe nîşan daye.Însan encax bi nirxên însanî dikare bibe însan.Çawa ku exlaqa her tiştekî hebe bi heman awayî exlaqa siyasetê jî heye ku di vî warî de herî zêde siyaset ji exlaqê re muxtac e. Ew siyaset û siyasetmedarê ku ji êxlaqê bêpar û mahrûm e nikare ji pirsgirêkên civakê re çareseriyan bibîne û ew ê di ser de jî civakê bibe bi  ber felaketê. Di navbera zafiyeta exlaqî ya hemwelatîyekî ji rêzê û di navbera zaaf û exlaqa siyasetmedarên ku wekîlên milletê ne de ferqeke mezin heye.Em ne hikûmetê ne jî wan partîyên ku di muxalefetê de ne di nava lêgerîneke çareseriyê ya ku pêwîst e  ji bona hilweşîna exlaqî ya civakê bê kirin de nikarin bibînin. Muxalefet jehrê wek panzehîrê pêşnîyaz dike.Li dijî vê yekê hikûmet jî panzehîrê naxweze bibîne.Heta ku qadên nirxên exlaqî û dînî bên tengkirin ew ê rêjeya jirêderketîtiyan zêde bibe.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir