• DOLAR 32.558
  • EURO 35.057
  • ALTIN 2429.766
  • ...
Pirsgirêka bilêtên balafirê yên Êlihiyan di rojeva meclîsê de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku li Balafirgeha Êlihê bilêtên balafirê biha ye Êlihî ji Balafirgeha Diyarbekirê bilêt distînin. Ji bo ku çareserî ji vê yekê re were dîtin gelê Êlihê ya ku di derbarê vê yekê de zehmetî dikêşe 4ê Nisanê roja sêşemê ji ÎLKHAyê re axivîn.

Ji ber ku Elihî di bin serenava ‘Ji Êlihiyan ji ber ku bilêtên balafirê biha ye bertek’ pirsgirêkê anîbû rojevê ev mijar wek pêşniyaznameya pirsê di Meclîsa Gel ya Mezin a Tirkîyê (TBMM) de hat rojevê.

Parlementera Êlihê Saadet Becerîklî di derbarê hindikbûna seferên balafir û bihabûna bilêtên balafirê de ji bo ku Wezîrê Ragihandinê Bînalî Yildirim bibersivîne pêşniyaznameya pirsê da meclîsê.

Becerîklî di pêşniyaznameya pirsê de wiha diyar kir: “Ji ber ku seferên balafirê kêm e û bihayê bilêtên balafirê zêde ne ragihandina rêhewayê ji bo gelê Êlihê nebûye rêya gel. Ji teref Rêhewayên Tirk ve seferên gelek kêm ji Stenbol û Enqerê re tên kirin. Gelê Êlihê ji ber ku seferên balafirê kêm in e û bihayê bilêtên balafirê zêde ne yan bi ragihandinên cuda sefer dikin an jî bi terîfeyên rehewayên hawîrdor sefer dikin. Ji bo ku pîst ji nû ve were sazkirin di Hezîrana 2015an de Balafirgeha Êlihê piştî tedîlatê jimarên seferan kêm bûne. Ji bo Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê û Balafirgeha Esenbogayê ya Enqerê sefer hatin plankirin. Firotina bilêtan dest pê kir lê di nabeyna çend rojan de ev sefer hatin îptalkirin. Seferên Balafirgeha Esenbogayê ya Enqerê berê 10 bûn. Van seferan daxistin 7an. Her wiha Êlih xwediyê çanda deh hezar salan e û di derbarê vê yekê de gelek turîst tên bajarê Êlihê. Ji ber ku seferên balafirê kêm e û bihayê bilêtên balafirê zêde ne him gelê Êlihê him jî turîst di derbarê vê pirsgirêkê de zehmetî dikêşin.”

Becerîklî, di pêşniyanameyê de van pirsan ji Wezîr Bînalî Yildirimê pirsî: “Di derbarê bê yekê de di heftiyekê de çend sefer li Balafirgeha Êlihê tê kirin? Gelo ev jimara seferê têra Êlihê dike? Çima seferên ku ji Balafirgeha Esenbogayê ya Enqerê re dihatin kirin kêm bûn? Çima seferên ji Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê û Balafirgeha Esenbogayê ya Enqerê re hatin îptalkirin? Di derberê seferên bajarên din yên rasterast de gelo xebatên we hene? Di derbarê têxistina bilêtên balafirê de xebatên we hene?” (ÎLKHA)



 







Bu haberler de ilginizi çekebilir