• DOLAR 32.333
  • EURO 35.102
  • ALTIN 2299.36
  • ...
Li Gundê Xerîbê şahiya bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Gundê Xerîbê ya ku girêdayê navenda bajarê Çewlîgê di bergeha Wîladeta Pîroz de bername hat lidarxistin. Bername bi Tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir.

Di bernameya ku di hewşa Dibistana Xerîbê hat lidarxistin de Mewlîda Şerîf û selewat ji bo Resulullah hat xwendin.

Di bernamê de Serokê Komeleya Benqeya Xurekê ya Destê Merhemetê (Merhametelî Gida Bankasi) Mehmet Tamaç qala wehdet û biratiyê kir. Her wiha Tamaç diyar kir evîndariya Muhemmedî bedel û fidakarî dixwaze.

Tamaç belav kir pêwîst e ku jiyana Hz Muhemmedî (rxl) baş were xwendin û li jiyanê were tetbîqkirin. Dûvre Tamaç axavtina xwe wiha domand: “Hz Muhemmed (as) ji hemî însanan re hatiye şandin. Wek însan pêwîst e ku em jî jiyana Hz Muhemmed baş hîn bibin û jiyana Wî tetbîqê jiyana xwe bikin. Nexwe dê dawiya jiyana me ziyan û xusran bibe. Dema ku Pêxemberê me vê dozê ji me re aniye gelek renc û zehmetî kişandiye. Vê yekê jî ne zimanê me dikare  diyar bike ne jî wextê me ji vê yekê re heye. Dema ku Resulullah reçeteya xelasiyê Qur’ana Pîroz ji me re aniye pirr zehmetî kişandiye. Wezîfa me Mislimanan ew e ku em ji van renc û zehmetiyan re bê eleqeder nemînin. Divê ku em vê dozê pişt bikin û bibin her derê. Ev doza me hemiyan e. Divê ku em qonaxên di jiyana Hz Muhemmed de tetbîqê jiyana xwe bikin.”

Her wiha Tamaç di derbarê zehmetuyên ku Sehabeyan kişandine de axivî. Tamaç di der heqê Sehabiyan de wiha pê de çû: “Sehabî, bi riman hatine perçekirin. Wan bi hêştir û deveyan ve girêdane û wan kirine du şeq. Ev zehmetî ji bo Qur’ana Pîroz bû bigêhêje me. Gelo me çawa hewce dike wisa îcabeta vê dozê kir? Gelo me vê dozê bir her mal an jî kûçe û kolanan? Divê ku em Resulullah wekê Sumeyra bîntî Qeysa ku di qada Herba Uhudê de digeriya hez bikin.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir