Wezîr Bozdag di derbarê zanyarîyên nasnameyan ên ku hatine pişkinandan de daxuyanî da
Wezîrê Adaletê Bekîr Bozdag di derbarê îddîayên zanyarîyên nasnameyan ên nêzî 50 milyon kesî ku hatine pişkinandan de diyar kir 'Ev yek ji kû derê çizirî û çawa çizirî divê lêkolîn bê kirin.Di derbarê vê yekê de çi pêwîst be ew ê bê kirin."
Bozdag di berdewama axavtina xwe de wiha ragihand: “Hejmar nêzî 50 milyonî ye ku ev jî biqasî hejmera hilbijêran e. Ev yek ji kû derê hatiye pişkinandan û çawa hatiye pişkinandan divê lêkolîn bê kirin.Di derheqê kesên ku ji vê yekê berpirsîyar in de ew ê muameleyên qanûnî bên kirin.”
Dozgerî lêpirsîn da destpêkirin
Ji hêla din ve Serdozgeriya Komare ya Enqerê ji ber xeberên ku di derbarê vê mijarê derketine de lêpirsîn da destpêkirin.
ÎLKHA mijarê anîbû rojevê
Her wiha ÎLKHA di 17ê Sibatê de mijarê anîbû rojevê û diyar kiribû ku di derbarê mijarê de hatibû diyarkirin koma hackeran a bi navê Anonymousê îddîa dikir ku wan, malpera Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê heck kiriye.Her wiha hatibû diyarkirin ji teref vê komê ve agahiyên ku navaroka wan nediyarbûn hatibûn parvekirin.
Dûvre derketibûn holê di nava van agahiyên ku hatine parvekirin de nimreya telefonan, agahiyên nifûs û adresan hene .(ÎLKHA)