• DOLAR 32.374
  • EURO 35.018
  • ALTIN 2325.61
  • ...
 "Bibîranîna Pêxemberê me (as) hestyarekê pirr baş e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Erebana Entabê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Piştî bernameya Wîladeta Pîroz nişteciyên navçeyê hestyarên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re anîn ziman. Nişteciyan destnîşan kirin ku bibîranîna Pêxemberê me Hz Muhemmed (rxl) re gelek kêfxweş bûne.

Ji nişteciyên navçeyê Mustafa Ozkan diyar kir pêwîst e ku bernameyên wiha her wext werin lidarxistin. Dûvre Ozkan axavtina xwe wiha domand: “Bername gelek xweş bû. Em dixwazin ku bernameyên wiha her wext werin lidarxistin. Bi taybet lixistina def û xwendina îlahiyan a bira û xwuşkên me yên piçûk gelek xweş bû. Xwuşk û brayên me zehf jêhatî bûn. Wek Erebaniyek înşaellah em her sal li benda vê yekê ne. Înşaellah em dê beşdarê bernameya Êntabê ya ku dê li Qada Îstasyonê de were lidarxistin jî bibin.”

 “Bibîranîna Pêxemberê me (as) û selewat xwendina li ser Wî pirr xweş bû”

Ji nişteciyên navçeyê Mamê Huseyn hestiyarên xwe wiha anî ziman: “Bernamekê gelek baş bû. Îlahihên xweş hatin xwendin. Ji Pêxemberê me re selewat hatin xwendin. Hestyariyên gelek xweş bû. Ez 2 sal berê çûbûm Diyarbekirê. Em dixwazin ku dûbare ev bername were lidarxistin. Roja yekşemê dê li Entabê were lidarxistin. Înşaellah dê ez beşdarê bernamê bibim.”

 “Em dixwazin  ku hertim bernameyên wiha werin lidarxistin”

Mamê Alî yê ku ji nişteciyê navçeyê ye wiha axivî: “Xwedê Teala ji hemî kesên ku keda wan div ê yekê de heye razî bibe. Em gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin ku hertim bernameyên wiha werin lidarxistin.”

Ji beşdaran Zeynep Ateş diyar kir bernameyên ku di derbarê Wîladeta Pîroz de tên lidarxistin gelek xweş in. Dûvre Ateş hestiyarên xwe wiha anî ziman: “Xwedê Teala ji kesên ku vê bernamê lidar xistine razî bibe. Gelek xweş bû. Em ji bo Wî vanê xwe fida dikin.” (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir