Di êrîşa bombeyî de 2 kesên din jî hatin binçavkirin
Di êrîşa bombeyî ya ku tê de 7 polês jiyana xwe ji dest dabûn de 3 kes hatibûn binçavkirin ku ji van 2 kes hatin tewqîfkirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Serdozgertiya Komare ya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de di derbarê mijarê de hat ragihandin ji 3 kesên ku di derbarê êrîşa bombeyî ya ku tê de 7 polês jiyana xwe ji dest dabûn de hatibûn binçavkirin 2 kes hatin tewqîfkirin.Her wiha hat ragihandin kesê din ê ku hatibû binçavkirin bi şerta kontrola adlî hatiye serbestberdan. Li gor daxuyaniyê navên kesên ku hatine tewqîfkirin A.Ç. û O.G. û yê ku hatiye serbestberdan jî R.G. ye
Bi vî awayî hejmera kesên ku di derbarê mijarê de hatine tewqîfkirin bû 6.(ÎLKHA)