• DOLAR 32.556
  • EURO 34.904
  • ALTIN 2421.381
  • ...
Ji dikandarên Sûrê fedakariya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya Wîladeta Pîroz a bi navê ‘Pêxemberê Biratî û Wehdetê Hz. Muhammed’ ew ê îsal di 17ê Nîsanê de li Diyarbekirê bê tertîpkirin. Ji bernameyên Wîladeta Pîroz re xelk tewecûheke zêde nîşan dide. Dikandarê Sûrê yên ku di nava rewşeke zor û zehmet de ne her çiqas rewşa wan nebaş be jî di tiştên ku dikanên xwe de difiroşin de kampanya dan destpêkirin, her wiha  xelkê navçê jî li ber dikan û malên xwe afiş û pankartan daleqandin.Bi vî awayî him xelkê him jî dikandarên Sûrê destek dan bernameya Wîldaeta Pîroz.

Xelkê Sûrê di derbarê Wîladeta Pîroz a ku ew ê di 17ê Nîsanê de li Diyarbekirê bê tertîpkirin de hest û ramanên xwe parve kirin û diyar kirin ew bi kelecenake mezin li benda bernameyê ne.

 “Bila canê me ji bona Resûlê Xwedê feda bibe”

Ji dikandarên navçê yê bi navê Necatî Fasil di derbarê mijarê de diyar kir ew ji bona bernamê afiş û pankart amade kirine û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê çend heftiyan li van deran dengê  çekan dihat.Hemd ji Xwedê re pevçûn xelas bûn.Em a niha ketin meha Wîladeta Pîroz. Eger em bûbûn wesîl e ku însan pêxember bi bîr bînin em gelek kêfxweş in.Hemû kes ji vê yekê razî ye.Hemû kes dibêjin ‘Bila canê me ji bona Resûlê Xwedê feda bibe’ û afîşan bi dikanên xwe ve didaleqenin.”

 “Bi bernameyên Wîladeta Pîroz wîcdanên însanan şiyar dibin”

Apê Hifzûllah ê ku li  Taxa Îskenderpaşaya Sûrê dikandariyê dike di derbarê Wîladeta Pîroz de diyar kir divê ev bernamê li her semtê bên kirin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Bi izna Xwedê em ê bi van bernameyan cardin rabin li ser pêyan.Divê em hezkirin û muhebbeata xwe ya  li dijî Hz. Muhammed zêde bikin. Di dema van bernameyan de însan bi xwe ve tên.”

Her wiha dikandarên bi navê Azîz Çetîn, Gîzem Xanim û kesên mîna wan jî di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîn ziman.Dikandar diyar kirin  ev bernameyên ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tên tertîpkirin dibin wesîleya karên bi xêr, wan jî  ji ber vê minasebêtê di tiştên ku ew di dikanên xwe  difiroşin de kampanya dane destpêkirin û di bihaya wan de daxistin kirine, bernameyên mîna van ji bona Mislimanan girîng in û divê bên kirin.(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir