• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Entabê 12 kesên biyanî hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Entabê ve hat dayîn de hat destnîşankirin 7ê wê zarok bi tevahî 12 kesên biyanî yên ku hewl didan bi şiklekî dereqanûnî ji Sûrî têkevin sînûrê Tirkiyê di hawîrdora Taxa Ermîşê de hatin tespîtkirin. Ji wan 12 kesan 5ê wî ya ku hat diyarkirin endamê DAÎŞê ne ji teref dadgehê ve hatin girtin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Ji teref Fermandariya Cendirmê ya Bajêr ve li navçeya Tîlbîşara Entabê 7ê wê zarok bi tevahî 12 kesên biyanî yên ku hewl didan bi şiklekî dereqanûnî têkevin sînûrê Tirkîyê hatin binçavkirin. Di encama lêgerîna li ser wan kesan de li ser şexsê E.Syê 4 telefon, 3 teblet, dabancek, carcûrek, 5 berik, dîskek, kêrek, 2 flaş hatiye dîtin.”

Hat ragihandin ji gumanbarên ku hatibûn binçavkirin H.O, K.O, û M.S hatine girtin. S.S hatiye serbestberdan û zarok jî bi malbatên wan re têxêstine girtîgehê. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir