Li Nisêbînê pevçûn: 7 PKKyî hatin kuştin
Hat ragihandin di pevçûnên ku li Nisêbîna Mêrdînê di wextên şeveqê derket de 7 PKKyî hatine kuştin.
Ji teref Walîtiya Mêrdînê ve hat diyarkirin li Nisêbîna ku hêj lê qedexeya derketina derve û pevçûn berdewam dikin di pevçûnên ku di wextên şeveqê derketin de tevde 7 PKKyî hatin kuştin.
Her wiha ji teref Sererkantiya Giştî ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat diyarkirin di operasyonên ku ji 14ê Adarê vir vê li Nisêbînê dest pê kirine de tevlî 7 PKKyiyên ku îro hatine kuştin tevde 170 PKKyî hatine kuştin.(ÎLKHA)