Hezexiyan vê carê derabeyên dikanên xwe negirtin
Derabeyên ku her sal di wextê rojbûna Abdullah Ocalan de li Hezexa Şernexê dihatin girtin îsal nehatin girtin.
Derabeyên ku her sal di wextê rojbûna Abdullah Ocalan de li Hezexa Şernexê dihatin girtin hat dîtin ku îsal nehatin girtin.
Her weke ku tê zanîn di 4ê Nîsanê de bi zorê çalakîya girtina derabeyan li xelkê dihat kirin ku îsal dikandarên navçê derabeyên dikanên xwe naanîn jêrê û dikanên vekirin.Dikandarên navçê bi vê helwesta xwe beşdarî çalakîya girtina derabeyan nebûn.
Xelk alîkariya şaredariyê qebûl nake
Her wiha li gor agahiyên ku ji çavkaniyên binkî hatin wergirtin piştî ku li navçê qedexe qismen hat rakirin re ji teref Şaredariya Hezexê ve li Taxên Turgut Ozal û Yenîyê erzaq hat belavkirin.Lê exlebeyê xelkê ji wan re bertek nîşan da û alîkariya ku ji teref şaredarîyê ve dihat belavkirin qebûl nekir.(ÎLKHA)