• DOLAR 32.505
  • EURO 34.963
  • ALTIN 2434.011
  • ...
 "Me rapora xwe ya Sûrê gihand rêvebiran"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji berdevkên Înîsîyatîfa Xelkê Sûrê Fatîh Babayîgît diyar kir ji bo ku teleb û mexdûriyeta gelê Sûrê were têrkirin raporekê amade kirine û vê raporê gihandine rêvebiran. Babayîgît diyar kir divê ku di derbarê vê yekê de çi hewce dike pêk were.  

Babayîgît destnîşan kir ji bo ku mexdûriyeta gel û esnafê Sûrê were têrkirin dê bi Wezîrê Avadanê Cevdet Yilmaz re bihatina cemhev. Lê ji ber ku di heman rojê de li Diyarbekirê teqîn pêk hatiye ew bername hatiye betalkirin. Babayîgît diyar kir ku di gel vê yekê rapora ku di derbarê Sûrê de amadekiribûn gihandine Serokwezîr Davutoglu.  

Babayîgît destnîşan kir di raporê de diyar kirine ku xelkê Sûrê yê ku di bergeha ÎŞKURê de dixebite bila 9 meh bixebite an jî bila ev kes wek mayînde bixebite. Dûvre Babayîgît axavtina xwe wiha domand: “Ev yek qethî nînin lê hat diyarkirin ku di bergeha projeyê de kesên ku 3 meh dixebitin dê wan ji bo ku bixebitin mideta xebata wan derêxin 9 mehan. Daxwaziya me ya di derbarê vê yekê de ew e ji her malbatên ku mexdûr bûne yekî di saziyên dewletê de wek mayînde bixebite. Me vê daxwaziyê diyar kir. Ev şerê ku 4 meh domî gel gelek mexdûr kiriye. Heke ku dê di derbarê derûnî de xebatekê çêbe bila ji aliyê aborî ve jî piştgirî bidin gel. Lewra heke niyaziyên van malbatan neyê têrkirin dê zarokên wan bikevin nav pêşa terorê.”

 “Malbatên ku alîkariya kirê ji wan hatiye birîn hene”

Babayîgît bal kişand malbatên ku malê wan bûye wêran ji dewletê alîkariyekê mezin dixwazin. Her wiha Babyîgît bal kişand pêwîst e ku dewlet vê yekê bike.

Babayigit belavkir ku daxwaziyên esnafê Sûrê diyar kirine û divê ku dewlet demildest bersiva vê yekê bike. Dûvre wiha axivî: “ Heke dewlet dixwaze gel bikêşe cem xwe divê ku di derbarê vê teke de çi hewce dike bike û mexdûriyetên gel jî ji holê rake.”

 “Em difikrin ku di derbarê Wîladeta Pîroz de bernamekê lidar bixin”

Babayîgît diyar kir ji bo ku kêfa gel were li cî difikirin ku bernamekê di derbarê Wîladeta Pîroz de bernamekê lidar bixin. Dûvre Babyîgît wiha dawî li axavtina xwe anî: “Me dest bi xebatên xwe yên di derbarê vê yekê de kiriye. Em difikirin ku roja Înê bernameya Wîladeta Pîroz lidar bixin. Em niha hewl didin ku di derbarê vê yekê de destûrê bistînin. Heke gelê Sûrê Pêxemberê bi bîr bîne dê kêfa gel xweş bibe.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir