• DOLAR 32.433
  • EURO 34.484
  • ALTIN 2488.112
  • ...
"Navenda Koordînsayona Doza Yasîn Boru wê were sazkirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Stenbolê parêzerên Doza Yasîn Boru cara dûyemîn bi endamên STKyan re hatin cemhev. Gelek saziyên civakî yên siwîl beşdarê civîna ku li Mewlewîxaneya Bahariyeyê ya Stenbolê hatibû lidarxistin bûn.

Parêzeran diyar kirin ji bo ku Doza Yasîn Boru bişiklekî baş were şopandin li STKyan şêwirîne û dûvre biryar dane ku bi STKyan platform an jî navenda koordînasyonê saz bikin.

Ji parêzerên dozê Murat Sadak di civînê de diyar kir ku naxwazin ev doz bê xwedî bimîne. Dûvre Sadak wiha axivî: “Yasîn Boru bes nirxa STKyekê nînin. Ew nirxa hevpar a hemî nisliman û Ummetê ye. Ji bo ku hemî bersûcên vê yekê werin cezakirin divê ku herkes ji rexekê vê dozê bigire. Wek civak em him niyazmand in ku bersûc werin cezakirin him jî ev divê ku ev hişmendî ji teref civakê were mehkûmkirin. Vê hestyariyê jî dibe ku STK, parêzer û cemaet pêk bînin. Di salên 20-30 salên herî dawî de ev doz, doza herî mafdar ê mislimanan e. Ji vê mafdartir doz tune. Lê mixabin dîsa di derbarê vê dozê de hestyarî nayê nîşandan. Heta niha STK beşdarê 4 niştinan bûn. Beşdarê gelemperî wek nûnerî pêk hat.”

Ji parêzeran dozê û her wiha Nûnerê Wexfa Însan û Medeniyetê Selçuk Kar diyarkir ku di derbarê vê mijarê de jaritî heye. Dûvre Kar axavtina xwe wiha domand: “Yasîn Boru tenê ji van kesan yekî ye. Ev doz bes ji teref hinek kesan ve tê şopandin. Ev yek bes di doza Yasîn Boru de wiha nînin. Di hemî dozên ku misliman mafdar in de wiha ye. Di STKyên me de û di me bi xwe de ew jaritî heye. Di encama vê yekê de jî doz ji vê bandordar dibe. Di derbarê vê yekê de rastî em ji pêvajoyekê tarîxî de darbas dibin.”

“Wek Ummet pirsgirêka me ew e ku em nabin yek”

Serokê Şaxa Stenbolê ya Cemîyeta Mistezefan Mehmet Eşîn di derbarê vê yekê de wiha axivî: “Li dijî me bi çapemenî, sîyasî û mîlîtanên xwe ve rêxistinekê heye. Em vê yekê di dozê de dibînin. Bi vê rêxistinê re bes rêxistinekê dikare tekoşîn bike. Mirov dikare bibe yek û di rêza mezlûman de cî bigire û bi vê rêxistinê re tekoşînê bike.”

Serokê Ozgur-Derê Ridvan Kaya diyar kir divê ku xwedî li vê dozê derkevin. Dûvre Kaya axavtina xwe wiha domand: “Dema ku cinaze tên rakirin em qelebalix in. Îro sibe dema ku yek ji me jî wefat bike dê cinaza me jî qelebalix bibe. Lê mixabin di derbarê şopandina dozekê de em berdewam nakin. Ji ber vê yekê ez li dijê sazkirina platformê nînim lê ez bawer im ku bi saziyekê çêtir dê ev yek bandordartir bibe.” (ÎLKHA)


 



















Bu haberler de ilginizi çekebilir