• DOLAR 32.527
  • EURO 34.815
  • ALTIN 2429.704
  • ...
Li Beljîkayê evîna Muhemmedî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Koordînatortiya Ewrûpayê ya Evîndarên Pêxember, li bajarê Berîngena Bejîkayê di salonekê konferansê de bernameya Wîladeta Pîroz li dar xist.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir û dûvre mewlîd û selewat hatin xwewndin. Di bernamê de Mela Yahya Yilmazê ku wek gotarvan beşdar bûbû ayeta ‘ Me te ji alemê re bes wek rehmet şand.’ Anî bibîranîn û dûvre wiha axivî: “Xweda (cc) dema ku bi rehmeta xwe Îbrahîm Pêxemberî ji agirê xilas kir li wir terma rehmetê bikar tîne. Dema ku Nuh (as) jî ji xeniqandin û hilweşanê xilas dibe derfetekê hebûnê ya nû dibîne. Dema ku Hz Yusuf ji bîrê derdikeve, dema ku bi rehmeta Xwedê Teala derdikeve Xwedê teala ji nû ve dertetêkê hebûnê da Yusuf Pêxember. Û hemî pêxember wiha ne. Rehmet ev e.”

Yilmaz dûvre axavtina xwe wiha domand: “Heke Hz Muhemmed (rehma Xwedê li ser bibe) tûnd, dehfdêr, dil kevir bibûya tu kes li cem Wî nedimaya. Dê tenê bi serê xwe bimaya. Ew ê di Geliyê Ramda, kûçeyên Meke û Medînê de tenê bimaya. Lewra însanî ji tûndî û exlaq nexweşiyê tu tiştî hîn nebûye. Dera ku tûndî hebe medeniyet û şaristanî tune. Wekê ku tê zanîn medeniyeta Îslamê li ser bingeha rehmet û merhemetê ava bûye. Bi vê yekê re însan bi îmanê re mişeref bûne. Bi vê yekê re însan bi qelem, exlaq û aşitiyê re mişeref bûye.”

 “Pêxember qasidê aşitiyê ye”

Yilmaz bal kişand ku Hz Muhemmed hertim wek xwedî pirsgirêk û şerxwaz hatiye nîşandan. Dûvre Yilmaz axavtina xwe wiha domand: “Heke ku hûn dixwazin Resulllah nas bikin têkiliya Wî ya bi sirûştê re, bazirgantî, cîrantî, îbadet, exlaq, merhamet, şefqet û edaleta Wî baş bixwînin. Pêxember di qada tûndî û terorê de nayê dîtin. Pêxember qasidê aşitiyê ye. Doza ku ew nûnertiya wê dike doza aştiyê ye. Peyama ku Wî anî peyama aşitî û rehmetê ye. Hûn nikarin Fexra Kaînatê (as) lekedar bikin.”

 “Em ji te ji qenciyê pê ve tu tiştî hêvî nakin”

Mucahîd Haqsever diyar kir ku Resulullah mecbûr ma ku ji Mekê derkeve. Lê Ew bi şiklekî ezîz û serbilind vegera dera ku ji wir derketibû. Her wiha Haksever belav kir ku kesên ku dixwestin şkencan lê bikin Ew bi exlaqekê nerm û mîrîbanî nêzê wan dibûya.  Dûvre Haksever wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hovên ku wan çendîn acran birçî hêştine tên. Kesên ku şkenceyan li Bîlal, Ammar û Habbabî rewa dibînin tên. Însanên ku mislimanan mihtacê xwarina pelan kirine tên. Ew hov tên li hemberê Resilullah. Hz Muhemed ji wan dipirse ‘Hûn ji min çi dixwazin?’ Ew Resulullah wek dijmin dibînin. Lê dîsa li Resulullah ewle ne. Ew wek bersiv dibêjin ‘Em ji te ji qenciyê pê ve tu tiştî hêvî nakin.’ Lewra di pirtûka Wî de xirabî tune. Lewra kitêba Wî bi ‘Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm’ dest pê dike.” (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir