• DOLAR 32.562
  • EURO 34.922
  • ALTIN 2430.388
  • ...
 "Em hatin lîstika kesên ku di bin navê aşitiyê de ji me ray dixwastin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber qedexeya derketina derve ya ku li Taxa Kaynartepeya Baxlarê hatibû îlankirin nişteciyên taxê mexdûr bûn. Gel diyar kir ku ev mexdûriyet hêj jî didome û her wiha gel bal kişand ku vê yekê kesên ku di bin navê demokrasî û aşitiyê ji wan ray xwestine pêk anîne.

Ji nişteciyên Taxa Kaynartepeyê Îsmaîl Selçuk wiha axivî: “Ez li xeribiyê dixebitîma. Dema ku ez hatim qedexe û pevçûn hebûn. min mereqa pîrek û zaroka xwe kir. Min xwest ku ez têkevim taxê lê polês destûrê neda min. Dûvre min bihîst ku çûne cem xizmên min.”

 “Em hatin lîstika kesên ku di bin navê demokrasî û azadiyê de ji me rey dixwestin”

Selçuk diyar kir dema ku qedexe hatiye rakirin ew hatiye mala xwe lê dîtiye ku mirov nikare di malê de bijî. Selçuk axavtina xwe wiha domand: “Em niha bê mal in. Derfetên me jî tune ku em mala xwe ji nû ve saz bikin. Eşyayên me hemû zirarê dîtine. Zarokên min hemî nexweş in. Em wiha di holê de mane. Ji bo Xwedê heke yekî alîkariya me bike gelek baş dibe. Niha aramî û hizûra me tune. Xwedê Teala vê yekê qebûl nake. Em hatin lîstika kesên ku di bin navê demokrasî û azadiyê de ji me rey dixwestin.”

 “Dema ku wêneyên min yê eskeriyê dîtine aqil ji serê wan çûye”

Selçuk diyar kir ku di mala wî de PKKyiyên birîndar hatine dermankirin. Dûvre Selçuk axavtina xwe wiha domand: “Mixtarê taxê diyar kir ku zirarê herî zêde mala min dîtiye. Dema ku wêneyên min yê eskeriyê dîtine aqil ji serê wan çûye. Eşyayên min di holê de şewitandine. Li her derê avahiyê gule reşandin û texrîb kirine.”

 “PKKyiyan di qadê de cihêzên min şewitandin”

Pîreka xwediyê malê Sumeyye Selçuk şeva ku bûyer dest pê kir wiha anî ziman: “Heval, bêr û tevir bîne. Ji tirsan min li xizmên xwe geriya. Xwesuya min hat min ji wir bir. Ez ji tirsan ew şev hata sibê ranezam. Ji ber ku mêrê min di derveyê bajêr de dixebitiya li malê nebû. Em di derdora 06.00an de derketin. Me dît ku li her derê çal vedane. Ji bo ku ew nekevin hindirê malê min deriyan asê kir. Dema ku ez zivirîm mala xwe min malê div ê halê de dît. Her tiştên min di holê de şewitandine. Cîranên me diyarkirin ku PKKyiyan di qadê de cihêzên min şewitandine.”

 “Miletê ji wesaîta wan derxistin û wesayîtê dan ber berikan”

Aylîn Selçuk jî di derbarê wê şevê de wiha axivî: “Dema ku bûyer dest pê kir dengê çekan hat. Beriya wesayîtan birîn. Dest bi şewitandina wesayîtan kirin. Di holê de polês tunebû. Bes ew hebûn. Miletê ji wesaîta wan derxistin û wesayîtê dan ber berikan. Di derdora 02.00an de polês hatin. Pevçûn zêdetir bû. Jintiya min têlefonê li min kir. Ji min re got ku wek mexdûr di hindir de maye. Min jê re go derkeve. Dema ku ez sibê çûm cem wî min dît ku her derê kolane.” (ÎLKHA)



 

























Bu haberler de ilginizi çekebilir