• DOLAR 32.315
  • EURO 35.093
  • ALTIN 2307.142
  • ...
HUDA PAR çû taziya Sûriyeyî yê ku di êrîşa bombeyî de mir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê GÎKê  yê HUDA PARê Mahmut Kilinç, Serokê Bajêra Mêrdînê Şeyhmus Akman û digel heyeta bi wan re  beşdarî şîna Adnan Fermanê ku li Qoserê di êrîşa bombeyî ya ku li Şubeya Eskeriyê hatibû kirin de jiyana xwe ji dest dabû bûn.

Mahmut Kilinç li cihê taziyê di derbarê rojevê de diyar kir wan berî niha çendîn carî diyar kirine ku ew pêvajoya ku PKK pevçûnan dikşîne nava bajêran  nayê xwestin  bê dîtin ku ev yek jî  ew ê zirarê bide hemû kesî.Kilinç dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Birayê me ji zilma rejîma Esed xelas bû, lê ji zilma Marksîstan xelas nebû. Kişandina pevçûnan ji nava bajêran re ji wehşetê pê ve ne tu tişt e. Ew agirê ku Markîstan pêxistiye a niha  herema me dorpêç kiriye.Heger em Misliman pêşîya vî agirî nesikinin ew ê ev agir çawa ku vî birayê me şewitandibe ew ê sibe me jî bi şewitîne.Hûn dibînin. Wesayîtan bi teqemenîyan dadigirin û li cihên ku lê siwîl dijîn diteqînin. Li Diyarbekir, Enqere, Stenbol û li cihên mîna van…Ev bombe her roj li ciheke diteqin. Ev wehşet e. Eger em nikaribin ji vê yekê re bibin astengî gelo em nikarin bibêjin ev wehşet e? Çend axa, eşîret û sazîyên siwîl ên civatî ji vê re gotin ev wehşet e? Divê neyê jibîrkirin ku ev agir dê rojekê wan kesên ku bêdeng dimînin jî bişewitîne.”

 “Di hoparlorên mizgeftan de stranên Marks û Lenîn lêdan”

Kilinç di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew êrîşên bêedeb yên ku berî vê 90 salî ji teref zêhniyeta Kemalîst ve li muqaddesatên Îslamê  nexasim li mizgeftan dihatin kirin îro ji teref PKK ve tên kirin û dûvre wiha pê de çû: “Dema ku ev pevçûn dest pê kiribûn Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu tarîfa van pevçûnan bi sê kelîmeyan anîbû ziman.Gotibû ku; ev zêhniyet dixwast heremê ji Îslamê dûr bike ku vê kirin.Ji hoparlorên camîyên me stranên Marks û Lenîn lêxistin. Zêhniyeta Kemalîst bêrî ve 90 salî stranên cuda ji hoparlorên camiyê lêdidan a niha jî van nobedê devr standine.Dixwastin ku heremê bêîstîqrar bikin ku vê jî kirin.Ewlehiya can û mal a xelkê nema.”

 “Ew projeya ku PYD li Sûriyê tetbîq dike PKK dixwaze li vê derê tetbîq bike”

Kilinç di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew projeya ku PYD li Sûriyê tetbîq dike PKK dixwaze li vê derê tetbîq bike û wiha dawî li axavtina xwe anî: “PYD jî weke PKKê kesên ku weke wî nafikirin ji holê radike û tine dike.Eger em li vê derê nebin yek û  vê zilmê nedin sekinandin  çawa ku ev agir îro birayê me yê Sûriyeyî şewitandibe ew ê sibe me jî bişewitîne.Gelo ji mirinê zêdetir tiştek heye? Tiştê ku dikeve behra me li dijî vê zilmê nerazîbûna xwe nîşandane.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir