• DOLAR 32.386
  • EURO 35.098
  • ALTIN 2326.487
  • ...
Hat îddîa kirin  'Bingeha Pira Devlet Bahçelî' qeçax a
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Şubeya Edenê yê Odaya Muhendisên Înşaatê H.Çagdaş Kaya îddîa kir ku Pira Devlet Bahçelî ya ku ew ê li ser navê Serokê MHP Devlet Bahçelî li Edenê bê avakirin û 4emîn pira dirêj a Tirkiyê ye bêyî ku projeya sepanê bê tesdîqkirin bingeha wê hatiye avêtin û ev avêtina temela pirê ji bona  şowê hatiye avêtin.

“Divê raya giştî bê ronîkirin”

Kaya di  berdewama axavtina xwe de diyar kir ev avêtina temela pirê ji bona  şowê  ye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Serokên Şaredariyan bi zihniyeteke ‘Min çêkir û xelas bû’  nikarin li ser paşaroja xelkê bibin xwedî axavtinê.Divê raya giştî di derbarê vê mijarê de bê ronîkirin.”

Her weke ku ew ê bê bîran  di 30ê Adarê de  temela Pira Devlet Bahçelî bi beşdarbûna  Serokê MHPê Devlet Bahçelî   bi merasîmekê hatibû avêtin.(ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir