• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Xarpêtê coşa Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wîladeta Pîroz li Meydana Îstasyonê ya Xarpêtê hat tertîpkirin.Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.Girseyeke qelebalix tevlî bernameya ku hat tertîpkirin bû.

Piştî xwendina Mewlûda Şerîf  Nivîskarê Dogruhaberê Saîd Şahîn axavtinek kir.Şahîn di axavtina ku kir de diyar kir xelasî encax bi Îslamê ye û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mixabin ummeta Îslamê îro digrî, him jî xwîn digrî.Îslamê ji nav me derxistin û me giryandin.Medreseyan girtin, camîyan girtin, Qur’an qedexe kirin û Îslama di nava  vê civatê de zeîf kirin. Bi vê zeîfkirinê  em jî ji hev qetiyan û belav bûn. Pêşî ji Ereban re gotin ‘Osmanî we dagir dike’ lê di wê demê de tiştekî ku Osmanî dagir bike tunebû.Her çiqas Dewleta Osmanî zeîf dibû jî dîsa mesrefên Kabê pêşwazî dikir. Dûvre ji Tirkan re gotin ‘Em ji te re dewletekê bidamezrînin.Em ê dewleteke Tirk ji te re ava bikin hûn ê jî ji ser vê dewletê bi Kurdan re neyartiyê bikin.’Bi vî avayî bi Tirkan  dijmintiya Kurdan dan kirin.A niha jî berê xwe dane Kurdan.Çawa ku di wextê wê de ji dewleteke bêdîn ji bona Tirkan avakiribin û li ser vê dewletê Tirkan xwestibûn ji dînê Îslamê dûr bikin; îro jî heman tiştî teklîfî Kurdan dikin.Ji wan re dibêjin were em hakimiyeteke bêdîn bidin te.Bi vî awayî dixwazin Kurdan ji Îslamê dûr bikin. Birayên min ezîz.Lîstika van gelekî mezin e .Xelasiya me encax bi Îslamê ye, hizûr û biratî di Îslamê de ye.Lê ev yek di adaleta Îslamê de ye. Îslameke ku tê de mezheb wek hev bin de ye.Heger wehdet tê xwestin ew wehdet di biratiya Îslamê de ye.Ew biratiya Îslamê jî di adaletê de ye.Bêyî adaletê biratî nabe, bêyî biratiyê jî  wehdet nabe.”

Dûvre Ozkan Yaman jî di berdewama bernamê de di derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir û bernamê bi kirina duayan bi dawî bû.(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir