• DOLAR 32.452
  • EURO 34.459
  • ALTIN 2489.801
  • ...
Sêrt bi dengên selewatan hate coşê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Sêrtê Wîladeta Pîroz a bi navê ‘ Rêberê Biratî û Wehdetê Hz. Muhammed’ hat pîrozkirin.Bernameya Wîladeta Pîroz li Stadyuma Bajêr hat lidarxistin.

Bername bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.Di bernamê de ji teref koma îlahiyê ve îlahî hatin bidengkirin ku ev îlahî ji teref xelkê ku beşdarî bernamê bûbûn ve gelekî zêde hatin ecibandin.

Di berdewama bernamê de Nivîskar û Perwerdeker Kenan Çaplik di derbarê girîngîya mijarê de axavtinek kir.Çaplik di axavtina xwe ya ku kir de wiha diyar kir: “Çawa ku pêxemberê me di wextê xwe de bûbe wesîleya şefqet û merhemetê, bi heman awayî jî divê ew sunneta wî ya pîroz di wextê me de jî bibe wesîleya rehmet û şefqetê.”

Çaplik di berdewama axavtina xwe de diyar kir divê ku îro hinek kes me fêm nekin û me bidin ber keviran û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dibe ku di vê rêyê de keviran biavêjin me, dibe ku pişta xwe bidin me.Lê em xwe bi van tiştan naxapînin û em ê wezîfeya xwe bi cî bînin.Çawa dema ku Hz. Pêxember li Taîfê dabûn ber keviran wî jî gotibû ‘Ya Rebbî! Dibe ku neslên wan hîdayet bibin’ em ê jî bi heman awayî tiştê heqîqetê biqîrînin û di vê rêyê de em ê nebetilin.Dibe ku ji neslên wan hinek kesên ku vegerin ser heqîqetê derkevin.”

 “Em jî wek sehabiyan heyran û aşiqên Resûlullah in’

Piştî axavtina  Çaplikî di berdewama bernamê de Mela Kerbela Şanli axavtineke Kurdî kir.Şanli di axavtina ku kir de wiha diyar kir: “Em ji şeveqê heta êvarî pesna Hz.Muhammed bidin wext têra pasindayîna wî nake.Gelo em qala adeletbûyîna wî  an qala îdarevantiya wî an jî qala wêrekiya wî bikin.Em qala çi bikin çi nekin tu car wext têra qalkirina taybetiyên wî nake.”

Şanli di dawiya axavtina xwe de diyar kir di vê rêyê de her çiqas astengî û zehmetî derkevin pêşîya me em ê dev ji vê eşq  û sewdaya xwe bernedin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di vê rêyê de her çi qas şeytanên ins û cînnî derkevin pêşîya me, her çiqas em rasta tehlûke û astengiyan bên jî  em ê dev ji vê sewda û eşqa xwe bernedin.Em evîndarên pêxember in.Hêza we birîna rêya me re tune ye.”

Piştî axavtina Mela Kerbela Şanli bername bi kirina duayan bi dawî bû.(ÎLKHA)



 























Bu haberler de ilginizi çekebilir