• DOLAR 32.518
  • EURO 34.668
  • ALTIN 2491.732
  • ...
Di bernameya Wîladeta Pîroz de Binçavî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di bernameya Wîladeta Pîroz ya li Semsûrê de Veysî Begenê ku wek beşdar di bernamê de îstîkan, şewqe, û alên ku wêneyên alim û şehîdan li ser wan wek çapandî hatibû amadekirin difirot ji teref polêsan ve hat binçavkirin.

Di qada bernamê de jêpirsîna GBTya Veysî Begenî hat kirin. Dema ku GBTa wî temîz derket dûvre wî bi hinceta îstîkanên ku difrot hat binçavkirin. Veysî Begen ji ber  berê ji ber îstîkan, şewqe, û alên ku wêneyên alim û şehîdên wek Şehîd Aytaç Baran û Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-7ê  Cotmehê de hatibûn şehîdkirin wek çapandî hatibû amadekirin difirot ji teref polêsan ve hat binçavkirin.

Binçavî bi daxuyaniyê hat protestokirin

Endamên Platforma Evîndarên Pêxember, lijneya ku ji endamên Çagri-Der, HUDA PARê pêk dihat li ber Midûrtiya Ewlehiyê daxuyaniyekê nivîskî wek protesto dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Serokê Vahdet-Derê Bîlal Demîr wiha axivî : “Wek Platforma Evîndarên Pêxember me doh li Samsata Semsûrê bernameya Wîladeta Pîroz lidar xist. Îro jî me li Kalika Semsûrê bernameya Wîladeta Pîroz lidar xist. Me sedeqeta xwe ji Pêxemberê Îslamê re da nîşandan. Dema ku em xwedî li Pêxemberê Îslamê (r.x.l.) lidar dixist hinek kesan jî hewl didan ku qada me teng bikin. Ev hişmendiya hanê wek hişmendiya Ewrûpayê ye. Îro jî li vir di qada bernamê de weneyên endam, xwendekar, ciwanên me yek û yek kişandin û miemeleya erortiyê bi van re kirin. Heke çewtiyekê hebe bila werin ji serokê platformê re bibêjin. Îskanên ku li ser wan wêneyên alim û şehîdan çapkirî ye wek dokumanên terorî dîtin û me wek teroran hesibandin. Em van di dadgeha kubra de hewalê Xwedê Teala dikin û bang li rêvebiran dikin ku di derbarê vê yekê de çi hewce dike ew bikin. Em van kesan şermezar dikin.” (ÎLKHA)  



 









Bu haberler de ilginizi çekebilir