• DOLAR 32.352
  • EURO 35.139
  • ALTIN 2308.306
  • ...
"Reçeta nexweşiya ku Ummet tê de ye bes pêgirtîbûna bi Hz Muhammed (s.x.l) mimkûn e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi minasebeta Heftiya Wîladeta Pîroz yê Hz Muhammed (sav) li Edenê di Qada Îstasyonê de bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin. Di bernameya ku bi navê ‘Serokê Wehdet û Biratiyê Hz Muhammed’ hat lidarxistin de bal hat kişandin ku yekitî û biratiya di nabeyna mislimanan de bes pêgirtîbûna bi Hz Muhammed (s.x.l) mimkûn e.

 “Reçeta nexweşiya ku Ummet tê de ye bes pêgirtîbûna bi Hz Muhammed (s.x.l) mimkûn e”

Berdevkê Edenê ya Platforma Evîndarên Pêxember Îsa Emre axavtina destpêkê kir. Dûvre bal kişand pêwîst e ku Ummet îxtilaf û trefrîqeyan dayîne rexekê û li pêy Hz Muhammed (s.x.l.) here.

Nivîskar Mehmet Goltaşî ku wek gotarvan beşdarê bernamê bûbû di derbarê wehdet û biratiyê de axivî. Goktaş bal kişand ku îsal bi taybet wek mijar ‘Serokê Wehdet û Biratiyê Hz Muhammed’ neqandine û ji her wextan zêdetir Ummet niyazmendê Pêxemberê Îslamê (r.x.l.) ye.

Goktaş belav kir Misliman li hemberê Resûlê Xwedê Teala xwedî wezîfe û kar in. Dûvre Goktaş axavtina xwe wiha domand: “Wezîfa me mislimanan a yekem ew e ku em bawerî li Wî bînin. Dûvre li pey Wî biçin û wî hez bikin. Lê karê me yên din jî hene. Pêxemberê Îslamê (r.x.l.) bes ji bo îman û baweriyê bang li gel nedikir. Bang li gel dikir ku xelk wek Ummet bibin yek û bihev re hereket bikin.”

Goktaş bal kişand divê kuUmmet ji xwe re  Pêxemberê Îslamê (r.x.l.) ji her aliyê ve bike nimûne. Goktaş wiha pê de çû: “Pêxemberê me ji alemê re wek rehmet hat şandin. Lê ev şandina Resûlê Xwedê Teala dê wek bêhn, ba an jî mûcîze belav nabe. Vê yekê de em pêk bînin. Em dê rehmetê Pêxemberê Îslamê bibin mal, sinif, kargeh, kûçe û sûkên xwe. Wek Ummeta Wî dê em rehmetê li ser rûyê dinê belav bikin.”

 “Biratiya xwe em bes bi menewiyeta kesayeta Wî dikarin pêk bînin”

Goktaş bal kişand ji bo ku em menewiyeta kesayeta Pêxemberê Îslamê aciz nekin divê ku em ji îxtilaf û tefrîqeyan dûr bisekinin. Dûvre Goktaş axavtina xwe wiha domand: “Ji ber vê yekê em dê îsal qala wehdet û biratiyê bikin. Em dibêjin wehdeta di derdora Pêxemberê xwe. Lewra bes menewiyeta kesayeta Wî dikare yekitî û mihebeta di nabeyna me de pêk bîne.Heke em em Wî dernexin pêş û em li kêleka Wî neyên cem hev bawer bikin em bi tu şiklê nikarin wehdetê tesis bikin.” (ÎLKHA)

 









































Bu haberler de ilginizi çekebilir