• DOLAR 32.599
  • EURO 34.811
  • ALTIN 2509.781
  • ...
 "Ji bo ku tevayiya axê me wê operasyon bidomin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrtiya Parastinê ya Azerbaycanê diyar kir ji ber qerardariya saziyên navneteweyî pevçûnên bi Ermenistanê re dane sekinandin. Her wiha Wezîrtiya Parastinê ya Azerbaycanê belav kir heke êrîşên Ermenistanê bidome ji bo axên wan yên di bin işqala Ermenistanê were xilaskirin û ji bo ku tevayiya axê wan were temînkirin dê operasyonên wan bidomin.

Di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: “Ji ber qerardariya saziyên navneteweyî û di encama siyaseta aştiyane ya Azerbaycanê de Hêzên Çekdarî yên Azerbaycanê êrîşên xwe yên wek tek terefî dane sekinandin. Heke Ermenîstan hêzên xwe yên çekdarî ji axên me nekêşe û êrîşê li yekineyên me yên dêmanî bike dê em bê sînûr di derbarê vê yekê de hemî çek û derfetên xwe li hemberî Ermenistanê bi kar bînin û dê em operasyonên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)



 



Bu haberler de ilginizi çekebilir