• DOLAR 32.506
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2427.81
  • ...
 "Wextê waliyê bi hîcab hatiye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Qosera Mêrdînê di bergeha ‘Rojên Karîyerê’ de di Salona Konferansa Amadehiya Îmam Xetîbê ya Anatoliyê de bername hat lidarxistin. Di bernamê de Rektorê Zanîngeha Artukliya Mêrdînê Prof. Dr. Ahmet Agirakça destnîşan kir ku wextê waliyê bi hîcab hatiye.

Bernameya ku gelek mêvan neşdar bûn bi Tîlaweta Qur’anê dest pê kir û axavtina destpêkê midûrê dibistanê Tarik Yilmaz kir.

Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Yakup Sari bal kişand ku jimara xwendekarên Îmam Xetîbê kêm in. Dûvre Sari axavtina xwe wiha domand: “Li Qoserê 67 hezar xwendekar hene. Ji vê jimarê jî bes 3 hezarê wê Îmam Xetîbî ne. Înşeallah dê em jimara dibistanên Îmam Xetîbî zêde bikin.”

Agirakça destnîşan kir ku rêvebirên pêşerojê ciwan in. Dûvre Agirakça wiha axavtina xwe domand: “Pêwîst e ku xwendekarên Îmam Xetîbê rast, bi edeb, bi exlaq û nimêj bibin. Rêvebirên pêşerojê ciwan in. Em baş-xirab dizanin k udi 28 Sibatê de çi hat dîtin. Ji me gelek kes wê çaxê mexdûr bûn. Him kesên bi hîcab him jî kesên ku piştgirî didan wan mexdûr bûn. Di dewra 28ê Sibatê ji ber ku tekoşîna azadiya hîcabê dihat kirin û min jî piştgirê dida kesên hîcabdar min ji karê min dûr xistin. Serok Wezîrê niha Ahmet Davutoglu wê çaxê j imin re got here li Endonezyayê û li wir bixebite. Min jî vê tekiliyê qebûl nekir. Min diyarkir ku heta hîcab nevê serbest kirin dê ez tekoşîna xwe bidomînim. Hemd ji Xwedê Teala re ev bû 20 sal. Niha di nabeyna me de qeymeqamên sergirtî jî hene. Lê ev ne bes in. Înşaallah wextê waliyê bi hîcab hatiye.” (ÎLKHA)



 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir