• DOLAR 32.541
  • EURO 34.919
  • ALTIN 2425.798
  • ...
 "Welatên Îslamê bi xwîn, stêrk û hilweşanan tê bibîranîn"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayîp Erdogan li Washîngtonê di vekirina  Navenda Çand û Medeniyeta Tirk- Emrîkayiyan de xwendekarên misliman qebûl kir. Erdogan bal kişand ku welatên Îslamê yên ku ji nişteciyên xwe re ewledar e mixabin îro bi  xwîn, stêrk û hilweşanan tê bibîranîn.

Serokkomar Erdogan belav kir ew wek serekomar bawer dike ku ji xeynî edakirina îbadetan dê xebatên ilmî û ramanî gelek piştgirî bide xwendekaran. Dûvre Erdogan axavtina xwe wiha domand: “Bê guman avakirina van ahiyan girîng e. Lê ya girîngtir ew e ku mirov van avahiyan bi şiklekî baş bikar bîne û wan avahiyan bi şiklekî baş bide nîşandan. Mesele ew e ku mirov van avahiyan bide jiyandin.”

 “Welatên Îslamê yên ku çendîn sal in ji bo nişteciyên xwe ewledar bûn mixabin îro bi xwîn, stêrk û hilweşanan tê bibîranîn”

Serokkomar Erdogan bal kişand ku ji bo mislimanan ev dewrekê dijwar e û her roj di erdnîgara Mislimanan de xwîn tê rijandin. Dûvre Erdogan axavtina xwe wiha domand: “Bajarên me yên ku ji dîrokê pê ve wek navendên ilm, hîkmet û ‘îrfanê ne an ji teref Esed yê ku rejîmên terora dewletî pêk tîne an jî ji teref DAÎŞê ve yek û yek tê xirakirin. Welatên Îslamê yên ku çendîn sal in ji bo nişteciyên xwe ewledar bûn mixabin îro bi xwîn, stêrk û hilweşanan tê bibîranîn. Çendîn sal in ku rejîmên zextker hewl didin ku di bin dîktatortiyê de azadî, demokrasî û jiyana bi rumet ya gelê Rojhilata Navîn û Afrîqaya Bakûr bike bin zepta xwe. Li Behra Spî, Ege an jî Oqyanusa Hîntê de penaberên ku dixeniqin birayên me ne. Li hemberê vê menzereya dilşewat de mimkûn nînin ku mirov bê hêvî nemîne. Lê em misliman in û nabe ku em bê hêvî bibin. “ (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir