• DOLAR 32.566
  • EURO 35.19
  • ALTIN 2330.294
  • ...
Li Bêlkîsê bernameya Wîladeta Pîroz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bêlkîs Îhsan-Dera ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e li navçeya Bêlkîsa Entabê bernameya Wîladeta Pîroz lidar xist. Di bernamê de tim û tim selewat hatin xwendin.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Pîroz hat destpê kirin. Dûvre Alîkarê Serokê Îhsan-Derê Mehmet Faîk Dogan axavtina destpêkê kir. Di benameya ku hat dîtin gelek pîrek beşdar bûbûn de mewlîd Kurdî û Tirkî hat xwendin.

 “Divê ku em di bin ala Îslamê de bicivin”

Piştî ku Koma Îlahiyê ya Qîzan a Evîndarên Pêxember îlahî xwend Lêkolîner û Nivîskar Cengîz Aydin axavtinekê kir. Aydin axavtina xwe wiha domand: “Heke em dixwazin ku rûyê erdê ji nû ve were avadankirin, heke em dixwazin ku ev xwîn were sekinandin divê ku em di bin ala Pêxemberê Xwedê Teala de werin cem hev.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir